BISE ÎCAR DORA JINA YE

Naîm Xoce yê navdar Tirkperestê totê dirêj ji Erziromê mirovekî pir qerfok bû. Di suhbetên olî de jî dev ji qerfan bernedida.

Naîm Xoce roja înî yê weiz dide, di dest wî de pirtûkek heye, lê mêze dike û dibê “ Ey civak, hûn  dizanîn li alîyê din pira s?ratê heye, agirê dojehê heye. Mêrên ku li jinan zordestîyê bikin, dilê jina bi ê?înin ji bo axreta wan ne ba?e.”Filan û bêvan..

Naîm Xoce destê xwe diavêje ku rûpela pirtûkê wergerîne, ji civakê yek bi dengê bilind dibê “ Xoce, ev çito edalet e (dad e),  ma ji bo jinên ku  li zilamên xwe zordestîyê dikin ceza meza  ti?tek tuneye qey ?

Naîm xoce bi rûken dibê “ Bise ez rûpelê wergerînim, îcar dora jina ye; ezê di qûna jinan nim, tu qe meraq neke !

Pilqîn bi civakê dikeve, ji  kenan  mizgeft lê ye hilwe?e.

   Îcar em werin mesela referandûmê û tevgera Kurdan;

Di derbarê referandûmê de qismek me dibê „ERÊ „ qismek me dibê „NA „ qismek me jî dibê „BOYQOT „.

Werhasil, genge?îyek mezin didome. Yên ku dibên „na û boyqotçî „  yên dibêjin „erê „ bi AKP yî tawanbar dikin. Na yabo bi sed cizû û mishefa mala mele mesele ne wilo ye, „di nav î?an de î? heye „ wî,  fêhm bikin lo!

Ez jî bibêm (he?a hizûra Lotikxanecîyan)  “ bisekinin heyran, em bibêjin ERÊ û yekem  di qûna Kenan’ê Arnawid nin, nîhana AKPê hêsane, wê dora wê jî bê, bi rûpela nû ve “ we got ERÊ gelo?

Ji niha ve serketina „ERÊCÎ „yan û cejna „naxêrcî û boyqotcîyan“ jî  daxil, ê we hemûyan pîroz û bimbarek be.

Kurdistan

About The Author