Pira selatê

Xwendevanên Lotikxanê; hayê we jê heye  ku îro rewsa sîyaseta me Kurdên bakur çiqasî hesas bûye? Li gora min rews ewqas hesase, eyn bûye wek pira selatê.


Niha ez dizanim hûn dibên kuro ma vê meha Remezanê  ev pira selatê ji ku derket lo!
Kuro mêrik ji melê pirsî got: Seyda, li gor min bihîstîye dibên pira selatê gelkî teng û zirav e, ma ev rast e?

 
Mele ji mêrik re got: Ezbenî, pira selatê wek mû zirav û wek ?ûr jî tûj e.
Mêrik nehi?t ku mele gotina xwe bidomîne, hema gotina wî birrî û got: Bi telaq evana ji qazî ve wilo zirav û tûj çêkirine ji bo ku meriv nikaribe di ser re derbas be û tê werbe.

 
Îcar heyran rewsa sîyaseta  me jî wek pira selatê tûj û zirav bûye.
Ger tu ?a? bibe û bêje, li Turkîyê hinek guhertinên ba? çêdibin û ez ji bo gelê Kurd ba? dibînim, bê lam û cîm tu dîrekt dibe hevkar û heta sîxurê AKP ê ( Partîya Erdogan).
Berovajî vê jî, ger tu bê je na ez van guhertinan ba? nabînim, îcar tu di alîyê din werdibe û dibe hevalbendê CHP,MHP heta Ergenekoncîyan.
Îcar tembîya min li we hevalê Lotikxane partîsî be, di van rojan de we çi dît an bihîst, qet dengê xwe mekin û bixwe karibin, li ser ne axivin, devê xwe û çavê xwe bigrin da ku hûn di pira selatê de wernebin.
Niha ez dizanim hûn dibên tu wan ?îretan li me dikî ma ka tu ji vê meselê re dibê çi? Raya te çi ye?
Ez ji we re bêjim..
Raya min; ez ji sîyasetê ba? fahm nakim, lê emrê min 43 sal e, tistê ku min di vî emrî de ji rew?a Tirkan fahm kirîye û wan nas kirîye, ne pêwîste meriv pisporê sîyasetê be.
Hema CHP û MHP li kîjan alî bin, ezê li alîyê din bim.
Ew ji çi re bêjin erê, ezê bêjim naaaaaa!
Ew ji çi re bêjin na, ezê bêjim erêêêêê!
Ez zanibim ku wê MHP û CHP bi destê min bigrin û di ser pira selatê re min  derbaskin jî, ez nakevim rêza wan.
Serê we ji min re sax û hêvî dikim hûn çavgirtî di ser pira selatê re derbas bibin.

About The Author