Hetîketî û bêkesayetî

Ez li xwe heyirîm!
Ez li te heyirîm!
Ez li we heyirîm!
Ez li me heyirîm!
Ez li xwe, li we, li me heyirîm!…
Bi sêrê min û we dikim bixurifim!
 Ez ê bixurifim!
Ez dixurifim!
Ez xurifîm!
Haho, hahoo, hahooo!…
Çima dikim bixurifim?
Ji bo çi haho?
Çima hûn deng nakin hey we xweliya ber wan tenûrên Qezê li serê min kirno?
Ez bi ku de herim?
Berê xwe bi ku vekim?

Tayib Erdogan li Amedê, li paytexta ku serê me ji ber bilind, mizgîniya zindaneke nû û nûjen dide.
Amedî jî, yan jî yên xwe Amedî dibînin, bi vê mizgîniyê ji ser hi?ê xwe diherin. Bi çepik, bi lîrelîr û helahela dilge?î û kêfxwe?iya xwe tînin zimên…

Erdogan dibê: Gelî “Amediyan”, heta niha yên berî me, nahlet li xwe û sed bavê xwe dianîn û we nedixistin ?ûna mirovan û xatirê we nedigirtin. Di nav qirêj û gemarê de, di nava çar dîwarên tarî, tazî û havînan germ, zivistanan jî sar de, î?kence bi we dikirin. We tu tahm û ekil ji î?kenceya xwe nedistend. Ji niha û pê de, ez ê ji bo we gelê kurd, bi taybetî jî, ji bo gelê Amedê zindanek mîna Birca Belek çêbikim. Ez ê ji bo we amûrên î?kenceyê ji derveyî welêt ji Ewrûpayê bînim.
Mafê we jî heye ku hûn bi amûrên ba? û qenc lêdan û î?kencê bixwin…
Mafê we jî heye ku hûn bi amûrên xwe, xwe serbilind û qure hîs bikin…
Rojekê ku hûn azad bûn, bila kes henekê xwe bi we neke û nebêje:
“?hiii! Tiro jî dibê ez ji zindanê derketime.
Tiro jî tew ?erm nake û qala zindana xwe dike.
 Tiro jî bi amûrên pê i?kence xwariye pesnê xwe dide.
Tiro jî xwe mêr dihesibîne…
Mala bavê min mala mêran e, konê wî tî?tî?î bûye û qetiya ye! Kes nizane bi ku de bazdaye û reviyaye…

Na. Êdî bes e.
Mafê gelê min ê Amedê jî heye ku bibin xwedî zindaneke nûjen û ba?.
Mafê gelê min ê Amedê jî heye ku bi serbilindî bibêjin: “ Me ne bi amûrên Made în Turkey” lêdan xwar.
Mafê gelê min ê Amedê jî heye ku bi serbilindî bibêjin: “Ez ji zindaneke nûjen azad bûm, bi hêviya carek din jî vegerim…”
Mafê gelê min ê Amedê jî heye ku bi serbilindî dewsa lêdana xwe wek modê nî?an bidin…
Mafê gelê min ê Amedê jî heye ku bi bihîstina avakirina zîndaneke nû û nûjen, biqîrin, li çepikan xin, bilîrînin û bireqisin…

Lê mafê Farûqê Devliken jî heye ku bê nahlet li vî aqilî…
Mafê Farûqê Devliken jî heye ku ji wan kesên hatibûn li Erdogan guhdarî dikirin re bêje, hûn bi qurbana bav û kalên xwe û wê axa pîrozwer bin…
Û Mafê Farûqê Devliken jî heye ku bê hûn bi qurbana kurd û Kurdistanê bin…

Bi gotineke Mehemê Dewrê? dixwazim mijarê biqedînim:
“Ma min aqilê xwe bi nan û xwê xwariye?”

About The Author