Nivîskarên me tirr ji xelkê berdan

SÊ NIVÎKARÊN KURD LI KONGREYA WALTICÊ  LOTIKÊN BÊÎMAN AVÊTIN
Di Kongreya Nivîskar, helbestvan û wergerên dinyayê (WALTIC) de, sê nivîskarên Kurd jî be?dar bûn û tê de lotikên bêîman avêtin.

Ev lotik li nîvê bajarê Stenbolê, li zanîngeha BILGIyê hatine avêtin.

Kongreya WALTICê ji bo nivîskar, helbestvan û wergerên dinyayê bêne ba hevûdu, ev duyemîn car e ku ev kongre li dar dixe.

Kongre li Bilgi Uniwersisteya Stenmbolê di nava rojên 2-5ê Êlûna 2010an de didome.

Kongreya pê?î ya WALTICê, sala 2008’an li Stockholma Swêdê hatibû çêkirin. Wê demê tenê nivîskarê me Zeynelabidin Zinar be?dar bûbû. Lê vê carê sê nivîskar bi hev re be?dar bûn û lotikên qerase davêjin.

Ev her sê nivîskarên me jî bi Kurdiya ku ev  85 sal in hatiye qedexekirin peyivî ne û dinya mecbûr hêlane ku axavtina wan bi Ingilîzî bête wergerandin. Yanî nivîskarên me tirr ji xelkê berdane û ew mecbûr kirine ku guhdarîya Kurdî bikin û Kurdî wergerînin zimanên din.

Li gor ku xeberbêjên Lotikxanê agahdarî wergirtine, WALTIK encama kongreya îsal jî werdigerîne 140 zimanên xwedîdewlet û li dinyayê belav dike.
Zeynelabidin Zinarê me li ser Folklora Kurdî axivî ye, ?êxê me yê nivîskar Fehîm I?ik li ser wêjeya klasîk û Eli Fikri I?ikê me yê Êlihî jî li ser romana Kurdî ya nûjen peyivî ye.

De ji xwe re lê binerin, kî dibêje Kurd nabin dewlet? Va ye sê Kurdên nivîskar dinya mecbûr kirin û ew bi zimanê Kurdî peyivîn, qû? li xelkê qetandin.

Xelk dibêje ku li dinyayê qîmeta zimanê Kurdî zêde dibe. Helbet zêde dibe, ji ber ku Lotikxane li pi?t zimanê Kurdî ye.

Werhasil, em wek onba?î û ba?çawî?ên Lotikxanê çavên hersê nivîskaran maç dikin û hêvîdarin ku ewê di bihu?ta rengîn de bibin mêrê 70 horîyên germik û nermik.

Stenbol

About The Author