Netirse, were çayekê vexwe cîgerim!

Serokê seg û tajîyên Tirkiyê Devlet Bahçelî, sedema ku çima naçe Amedê ji çapemenîyê re diyar kir. Mêro rasterast nabêje ku „ez newêrim biçim Amedê“ lê çend mahne û derewan li dû hev dike ristik û dibêje:“Raste em îro naçin Amedê. Lê emê rojekê me?a xwe ya mezin li Amedê bikin. Emê rojekê Amedê bihejînin. Em naçin Amedê ji ber ku çirûskek êgir daristanê tevî di?ewitîne. Em naxwazin Tirkiyê bi?ewitînin, em naxwazin bratîya me ya hezar salan têk bibin“ filan û fîstan.

Yaw netirse cîgerim!

Were Amedê jî wey. Ê ji xwe buro û ofîsa we li Amedê heye û em Kurdên xwelîliser bi navê bratîya Kurd û virqan dengê xwe ji kesî re nakin. Ji xwe bi xêra ?erê 30 salî li gellek gund û bajarên Kurdistanê ?ax û perên MHP hatine vekirin û Kurdên ehmeq jî bûne endamên partîya we. Ê naxwe çima tu nayê Amedê yabo? Ma emê te bixwin babam, wey!

Ê de were were Devlet beg, were..

Were em bi hevre çay û qehwê vexwin, em bi dame û satrancê jî bilîzin lo. Binere wa sermezinê  Kasimpa?alî Receb jî hat û soz da ku hepisxaneyek nuh ji Amedîyan re lêke. Hema tu jî were û soza lêkirina ê?kencexaneyek nuh bide Amedîyan ha, ma dinya xira nabe.

Axir, de xem nake. Tu hat Amedê ehlen we sehlen. Tu nehat Amedê ji vî ve û xelas…

Amed

About The Author