Çima Erê? Çima Boyqot?

Gelî xwendevanan rapirsîna 12ê îlonê pir hat nîqa?kirin. Qa?o çepgir û nexêr mihafezekarên Tirkiye ji bo vê rapirsînê dane bin dûvê hev û hevdu hetikandin. Her yek ji wan dixwaze xwe derxe pê? û vê rapirsînê ji xwe re bike provaya hilbijartinê.

Wek tê zanîn û dîtin hemû dorhêlên siyasetê vê mesela rapirsînê bi aliyekî ve divezilînin û dixwazin di encamê de ya dilê wan pêk were.

Her ku ez ji doxînê heta delingê difikirim ku Lotikxane ne qada siyasetê ye jî di vê nivîsê de wek Kurdekî nezan ger destûra Lotikvanên me hebe dixwazim ji derveyî siyaset, partî û rêxistinan li ser naveroka guhertinan rawestim.

Rêxistina Kurdên Tirkiyeyê ya herî mezin û partiya wan a parlementoyê vê rapirsînê ji bo bidestxistina mafên Kurdan wek pengavekê dinirxînin û dixwazin bi helwesta xwe ya ‘ne erê ne na, tenê boyqot’ di vê rapirsînê de li hember deshilatdarên Tirkiyeyê giraniya xwe deynin. Lê ev giranî çi dide Kurdan hê jî ne hatiye zelalkirin.
Li gor naveroka guherînên makezagonê raste ku ji bo rew?a Kurdan bi awayekî taybet tu guhertin xuya nakin. Guhertinên makezagonê bi piranî li ser berfirehkirina mafên hemwelatiyan ên kesane ne.

Her wiha xala herî girîng a van guhertinan jî wek tê bilêvkirin rêvekirina darizandina derbeya 12ê îlonê yan jî di hi? û mêjiyan de bi awayekî fermî mehkûmkirina wê ye. Belê yek ji van xalan jî rasterast Kurdan têkildar nake û mafên wan jî misoger nake. Lê ger Kurdên li Tirkiyê dijîn û di parlementoyê de mafê Kurdan diparêzin bêjin; ‘Her çi jî be, di taliyê de em hemwelatiyên Dewleta Tirkiyeyê ne’ ewçax rew? diguhere.

Li gor min divê Kurdên Tirkiyeyê û mafparêzên wan berî daxwaza Xweseriya Demokratîk, pê?î vê mijarê di serê xwe de çareser bikin. Ez ne bawerim tu kes ji Kurdan ji Xweseriya Demokratîk re bêje na. Lê dîsa jî ger bêjin; em çiqas nerazî bin jî em ji neçarî hemwelatiyê vê dewletê ne, divê li gor wê têko?îna xwe bidomînin û bibin xwedî helwest.

Em çi dikin?

Em carna dibin hemwelatî û bi mea?ê vê dewletê debara xwe dikin, carna jî pir aciz dibin û ji bo mafên xwe bistînin bi armanca rûxandina pergalê serî hildidin. Raste ev pergal ne tu pergal e û heqê Kurdan jî her çiqas hinek guherîn çêbûbin jî tê de nîn in, an jî pir kêm in. Gava em li helwesta partiya Kurdan dinêrin wek hemwelatî nikarin ji bo guherînên makezagonê re bêjin na.

Rawestandina ?er li aliyekî, berdewama operasyonan li aliyê din û bêdengiya deshilatdariyê jî li aliyekî rêxistina Kurdan xwe di nav van gelem?eyan de wek sêwî û belengezan dihesibîne û bêbiryariya xwe bi boyqotkirinê nî?an dide. Ew jî ba? dizanin ku, bi van guherînan wê di makezagona fa?îst de qulek vebe û wê ev qul di rojên pê? de deshilatdar kîjan partî dibe bila bibe bi xwe re berdewamê bîne. Wê demê tu kes nikare bêje bila Kurd di nav van guhertinan de cih negirin û mafên xwe yên zayendî bi dest nexin. Wê ew jî helbet bi hêza siyaseta Kurdan pêk were.

Armanca min ne bêhurmetî ye û ne jî guhertina fikrê partiya Kurd e. Tenê dixwazim li jêr çend guhertinên vê makezagonê ku li ser mafên gelemperî yên hemwelatiyane rêz bikim.

Çend mînakên guhertina makezagonê:

1-Li hember zagonan jin û mêr, zarok û kal, kêmendam û malûlên ?er, kesên sêwî û bî wê bi wekheviyeke zêdetir a pozîtîf werin parastin.
2-Wê ji niha ?ûn de herkes bikaribe agahiyên xwe yên ?exsî û arizî li gor daxwaza xwe bide parastin. Heta ku ne bi daxwazê be, wê karmendên dewletê nikaribin wan agahiyan e?kere bikin û bi kar bînin.
3-Wê dewlet bi zagonan êdî bes bihêle ku zarok bêne îstismarkirin û zirarê bibînin.
4-Êdî wê karmend û karker bikaribin bibin endamê çend sendîkayan bihevre.
5-Ji bo karmendan wê mafê Hevpeymana Gi?tî were dayîn û wê fêdeya vê bigihîje kesên teqawîtbûyî jî.
6-Wê xedexeyên li ser çalakî û curbecur grevên karker û karmendan werin rakirin.
7-Wê ji bo gilî û gazincên li ser siyasetvanan di meclîsê de lijneyek were sazkirin.
8-Wê êdî bi zagonan nikaribin kesên hatine hilbijartin ji mebûstiyê bavêjin.
9-Wê herkes bikaribe bi awayekî kesane serî li Dadgeha Bingehîn bide û mafê xwe li wir jî biparêze.
10-Wê kesên sivîl li dadgehên le?kerî êdî neyên darizandin.
11-Hemû sûcên ku li hember dewletê û pergalê hatine kirin, wê êdî tenê li dadgehên edlî bêne dani?în.
12-Wê xala 15an ku rê li ber darizandina kirdarên derbeya 12ê îlonê digire were rakirin.

Ligel rêz û silavan Cejna Remezanê li we hemûyan pîroz û bimbarek be…

About The Author