Aha vê carê Cemîl Bayik xwe? kir

Xwedê heye, vê carê Cîhgirê Serokatîya Konseya KCK Cemîl Bayik îmana meselê teneke kir û lotikek xwe?, lotikek Kurdewarî avêt.

Cemîl Bayik, di daxuyanîya xwe de li ser Xweserîya Demokratîk rawestîyaye û bi ?e? telaqan sûnd dixwe ku li Kurdistanê ?ert û mercên Xweserîya Demokratîk pêk hatine û divê Kurd lez û bezê bidin xwe ji bo ku xweserîya xwe li dar xin. Bayik dibêje ku divê Kurd di her warî de, di warê aborî, paraztin, perwerde û kulturê de xwe bihûnin û gavên berbiçav bavêjin, dereng nemînin û vê tirrê ji dewleta Tirk re nehêlin.

Lê ji bo min ya herî xwe? û ji ?orba nîskê xwe?tir, Cemîlê me qû?ê li zimanê Tirkî diqetîne û dibêje ku “divê em hêdî hêdî sîstema perwerdeya bi zimanê Tirkî red bikin û di her warî de dest bi perwerdeya zimanê Kurdî bikin” û îmana meselê diçikîne. Ji ber vê jî, Cemîl Bayik lotikek pîroz û bimbarek avêtiye û ez vê lotika wî pîroz dikim.

Aha lotika ji vê lotikê xwe?tir tuneye ellawekîl. Ziman nasnama milletê Kurd e, ziman hebûna milletê Kurd e û kengî go Kurdan dev ji ?ildim bildima Tirkî berdan û xwedî li zimanê xwe derketin, bizanibin ku pirsa Kurd jî çareser dibe û ev tirr ji asîmîlasyona Tirkan re namîne.

Werhasilî kelam, hêvîdarim Cemîl Bayik bandorê li temamê konsey û meclîsa KCK, BDP û PKK jî bike da ku biryarek navendî bê girtin û êdî hevallerên me ji zimanê dêlika Asenayê rizgar bibin, wê toqa naletê ji stuyê xwe derxin.

Her bijî cîgerim Cemîl!

Bi sê telaqên jinberdanê ev lotika te ji ?orba nîskê û tir?ika ber savarê jî xwe?tir bû û tu sax…

About The Author