Gernasê me lotikek li Netkurdê xist

Li ser bextê fitne û fesadên nava Netkurdê be, dibêjin ji ber nûçeyekê nakokî ketiye navbera berpirsiyarê redaksiyona Netkurdê Mûrad Ciwan û redaktor û nivîskarê Netkurdê Gernas Amedî.  Dibêjin pi?tî wê nûçeya malxerab redaksiyona Netkurdê kiriye ?orbe û tevlihev kiriye, Gernasê me dev ji redaktorî û nivîskarîya Netkurdê berdaye û niha li mala xwe rûni?tiye, bê serê?andin çay û qehwa xwe vedixwe.

Axir, aha hal û rew?a me rew?enbîr, siyasetmedar, nivîskar, hunermend û serokên me ev tir?ik e ha gelî xwendevanan.

Yaw meriv çawa kare li ser nûçeyekê bi hev biçine û dilê hev bihêle ji bo xwedê? Nûçeyek çawa kare redaksiyonekê bera hevde ku berpirsiyar û nivîskarên wê pelûlê bi serê hev dakin? Ev çi bêtehamilî ye, çi hi?mendî ye, çi ?orbe û tir?ik e?

Yan ka ew demokrasîya ku nivîskarek nikaribe nûçeyekê li gora dilê xwe biwe?îne?

Werhasilî kelam, kekê me Gernas Amedî dev ji Netkurdê berda û êdî têde nanivîse.

Ê were dîwanxana Lotikxanê babam, wî! Ma betalî bi kêrî te tê qarda?im? Kontenjanên Lotikxanê pir in û bi namûs em rê li ber kesekî jî nagrin. Lê binere perên me tunene haaaaa! Heger tu jî wek lotikvanên me dixwazi bi zikek têr yek birçî lotikan bavêje, ehlen û we sehlen were. ?orba nîskê û pîvazên me pir in elhemdulîllah. Hema emê bixwin û binivîsin, bixwin û binivîsin heta em pê virikî bibin û hew, ma ne ba? e?

Ê de yalla, em li benda kekê xwe ne cîgerim..

About The Author