Wek tê zanîn li ser daxwaza saziyên sivîl, raya gi?tî ya a?tî xwaz, Partiya Karkerên Kurdistan careke din (di navbera 13’ê Tebaxê û 20 Îlonê de) biryara bê çalakîtiyê da.
Weke hemû saziyan Komeleya Nivîskaran jî ev biryar silav kir û pi?girî da biryara bêçalakîbûnê. Û hemû hewldanên me ji bo dirêjkirina biryara bêçalakîtiyê bû.
Lê dewleta ku hînî rijandina xwînê bûye, tevî hemû hewldanên berdewamiya bêçalakîtiyê operasyon û êri?ên xwe berdewam kirin.
Û di encama cinayet û komkujiya li Colemêrgê du roj beriya Cejna Remezanê 9 ?erwanên PKK’ê qetil kirin. Ev ne pevçûn an jî ?erên navbera PKK û dewletê ye. Ev raste rast cinayet e. Cinayeteke teamuden e. Provakasyonek e. Bi vî awayî Cejna Remezanê li Kurdan heram kirin. Ev cînayet û qetlîam bi zanîn hatiye kirin.
Bi plan û bername hatiye me?andin.
Em bi tundî vê komkujiyê ?ermezar dikin.
Her çi qas Gelê Kurd ?ahidê bi sedan komkujiyên bi vî rengî be jî, Dewleta Tirk careke din ruyê xwe yê re? nî?anî me da. Û Cejna Remezanê li gelê Kurd heram kir.
Banga me ji bo hemû rew?enbîr, nivîskar, siyasetmedar, a?tîxwaz û demokratan ev e.
Werin em vî agirî bitefînin.
Werin em pê?iyê li ?erê qirêj bigirin.
Werin em li nirxên mirovatiyê xwedî derkevin.
Serokê Komeleya Nivîskarê Kurd
Mehmet Devîren