Ji bo Kurdî lotikek pîroz

Kurdî-Der û TZP Kurdî wê li Enqerê lolikeke Kurdî bavêjin û li ber deriyê Wezareta Perwerdehiyê çalakiyekê li dar bixin. Em vê çalakiya Kurdewar ji niha ve pîroz dikin û hêvî dikin hemû Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin.

Armanca yekem a vê çalakiya ku wê bi zimanê Tirkî û Kurdî bê lidarxistin daxwaza mafê zimanê dayîkê ye û bi awayekî fermî misogerkirina zimanê Kurdî ye. Her wiha bi vê çalakiyê re wê kampanyaya boyqotkirina neçûna dibistanên Tirkî jî were destpêkirin.
Di daxuyaniya hevpar a agahdariya vê çalakiyê de tê gotin ku, Kurd êdî bi awayekî nasname gihî?tine qonaxa xwedîlêderketina mafên xwe û wiha berdewam dike: „Di rojên pê? de hewceye em hemû xebatên xwe bi zimanê xwe bikin. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê duyem ê fermî. Lazime her ciwanê Kurd bikaribe zimanê xwe yê dayîkê bi awayekî rast bi kar bîne.“

About The Author