?ahiya Zimanê Kurdî

Xwendevanên me yên delal û kurdewar; wek hûn jî dizanin êdî parêzvanên zimanê Kurdî her diçe zêdetir dibin. Ji ber van ge?edanan kêfxwe?iya nivîskar û xwendevanên Lotikxanê bê pîvan e.

Lê ditirsim pi?tî ge?kirin û xwe?kirina lotikên Kurdî êdî silava xwe ji me bibirin û em dîsa wek her car birçî û nanoziko bimînin. Ew ji xwe qedera me ye. Lê dîsa jî em dilê xwe ji kesî nahêlin û dibêjin; Her lotika ji bo zimanê Kurdî pîroz e û em ji gotinên ser zimanan heta ?opên lingên wan û daxuyaniyên ser kaxezan bi wan re ne.

Ev çend sal in xwedevan û nivîskarên vê malperê bi dil û can di nav tevgerekê de ne û bi nivîsên germik û nermik hewl didin zimanê Kurdî bi her awayî bidin jiyandin. Kesên vê malperê di?opînin êdî bi siya bejna xwe re jî bi Kurdî dipeyivin û di xew de bi ?eytanê xwe re jî bi Kurdî dipeyivin.

Her çiqas nivîskar û xwendevanên Lotikxanê pi?tî zêdebûna bikarhênerên zimanê Kurdî ji meqamê xwe bitirsin jî ez bi dilê wan dizanim ku, ew bi lotikên Kurdî û Kurdewar gelekî serbilind dibin. Wek mînak gava siyasetmedar, rêxistin û komeleyên me dikevin nav hewldan û daxwazên pê?xistin û misogerkirina zimanê Kurdî, ez wek kesek ji wan dixwazim ji kêfa xwe ber bi çiya û newalên Kurdistanê ve berdim û herim.

Heta difikirim hemû dilxwazên zimanê Kurdî bidim hev û em bihevre herin Seyrana Lotikên Zimanê Kurdî. Ger daxwaz hebe em dikarin her sal wek kevne?opî jî vê seyranê li dar bixin. Lê mixabin ez kesekî bi serê xwe me. Hay ji rastiya xwe he me û ji heq ti?tekî wiha jî nikarim derkevim.

Hûn jî dizanin dilxwazên zimanê Kurdî ne li cihekî tenê ne, ew li hawîrdorê dinyayê belawela ne û pir zor û zehmete em hemûyan bînin ba hev. Hey ku ev ji destê me nayê û ew qûn jî bi me re nîne em ji xwe re rêyeke din bibînin ba?tir e.

Niha li ber me tenê Lotikxane heye û ew jî malpera her kurdekî xwedî xîreta zimanê xwe ye. Wek pê?niyar dibêjim, werin li ser lotikxanê em destê hev bigirin û ligel lotikên Kurdî ?ahiya zimanê Kurdî li dar bixin. Kilîlîîîîîîîîî!

About The Author