Mizgînî…mizgînî…!

Ew kî bûn yên ku digotin:

Hikûmeta Kurdistanê gendel e û zagon tê de tuneye.

– Xelkê direvînin û bi bêbextî dikujin.

– Devên rojnamenûsan diçirînin û mohra sor li qûna wan dixînin.

– Kesan bi peran dikirin û filîm û milîman bi wan çêdikin.

– Tê de, ne endazyar endazyar e, ne textor textor e û ne jî kargêr kargêr e.

– Hemi companya mompanya di destên gunikre?an de ne.

– Kê kir kê, jê re ma.

– Welatê Çirto û Virto.

– Girtiyê Tiro û berdanê Fiso.

– Xwezî bi kefendiz.

Werhasil, lîste dûr û dirêj e. Lê xuyaye ev bêbextî û telaqre?î ku dixin histûyên van kakacanan hemi virr û derew in. Erê lo, wek ku?tina pepûkê Zerde?t. Hema bêbextî dikirin û digotin: Bi sê telaqan malbata (nizanim kê…) ew ku?tine. Îcar yabo her kî rabû, devê xwe vekir û ti?tek ji xwe re got. Ê de yewa?-yewa?, hêdî hêdî heyra! Va îro av zelal bû û herti?t xuya bû babam!

Doh lijneya lêkolîna ji bo ku?tina Zerde?t ragihand ku kujerê wî girtine, ew anîn ser sahnê jî haaaa! Dibêjin xwedêgiravî turumpêla Zerde?t xera bûbû, îcar ew biribû Mûsilê ba yekî mîkanîk ku jê re çêke. Îcar ji ber heqdestê wî nedabûyê, yê mîkanîk ew ji Hewlêrê revand û di ber heqdestê xwe de xirek xistê û ew ku?t. Îcar haya we ji we hebe haaa, heger turumpêl mirumpêlên we ji kar ketin, ji xiyarên mîkanîk û fîterçiyan hesaba bikin!

Weyla law li me feqîr û belengazan! Zerde?t ku?tin û ha?a xirek jî xistinê, ew kirin têrorîst jî! Wek kurê kefendiz lêkirin ellawekîl! Ê law oxlim, ma ev filimê we û ev lîstik û mîstika we dikeve serê keran? Ma grûpek têrorîst bê û xwendevanekî ji ber deryê zanîngehê, serê sibehê li Hewlêrê birevîne û di ser deh xalên kontrolê re derbas bike ta Mûsilê, ma ka asayî?a we li ku ma? Ma tir li kuuuuuu û das li ku! Law ez bi sê navên Xwedê kim, eger em wek di virr û derewan de, di bêbextî û dek û dolaban de, wilo jî di siyasetê de zîrek bana, niha herçar parçên Kurdistanê yek bûna û kesek nediwêrîbû nêzîkî me bibûya! De heta carek din, heta virr û derewek din, heta bextre?iyek din, hemi bimînin di xwe?îyê de qurban!

Kurdistan

About The Author