DIRINDEYA BERXEGUR

Rapirsîn bi erêkirinê bi ser ket, lê mixabin hêzên statûkoparêz dest ji karên xwe yên qirêj bernadin û her roj bi qetlîam û provoqasyonan dixwazin ji alîyekî hizûra milet birevînin û ji alîyê din rê li ber xebatên demoqrasîbûnê bigirin. Ev hêzên statûkoparêz hemi bi artê?a Tirkan ve girêdayî ne. Artê?a Tirk û hêzên pêve girêdayî (yên Kurd û Tirk) giranî dane bajarên Culemêrg û ?irnexê ( ku li ser tixûbên Kurdistana azad in). Sedem jî qutkirin û têkilîyên bakur, ba?ûr û sempatîya wan herdu bajaran ya ji bo Kurdistana azad e. Ew ba? dizanin heke li bakur ji bo Kurdan pê?veçûnek bibe, ewê ji wan herdu bajaran dest pê bike û bi alîkarîya ba?ûr bibe.

 Dema mirov li bûyerên kevin û nû dinere û girêdanan di navbera wan de datîne, hevkarî û hevgirêdanekê dibîne. Carnan bûyer diqewimin mirov dibê ev karê jîtem û hêzên nîjadparêz in, lê hew me dît PKK lê xwedî derdikeve û dibêje” bi sê telaqan min kiriye.” Carnan bûyer diqewimin mirov dibê ev karê PKK ye, hew me dît jîtem û hêzên nîjadparêz di bin de derketin. Bi gotinek din, carnan gurg di postê berx de ye, carnan jî berx di postê gur de ye. Lê ya rastî ewe ku  dirindekî BERXEGUR heye û li gor rew?ê car dibe gur, car jî dibe berx. Ew jî artê?a Tirk bixwe ye.

Bûyerên van rojan li Hekaryan û ?irnexê diqewimin jî dixwaze bila berx bike, an jî gurg bike, yê dide kirin berxegur e. Bi gotinek din, bûyerê dixwaze bila PKK, KCK bike, dixwaze bila jîtem û hêzên nîjadparêz bikin, yê dide kirin artê?a Tirkan e. Ji ber hindê jî, heke hedefek din bê nî?andan tenê ji bo rê li ber berzekirin û serlêpêçana bûyerê û mejî tevlihevkirinê ye. Divê Kurd di vî warî de mejî zelal bin, di bûyeran de  artê?ê tawanbar bikin û hisab  ji wê bixwazin. Ne ji kesek din.

Bi vê minasebetê, ez bûyera ku li Culemêrgê rû daye ?ermezar dikim û kuna sûcdaran bi ?î?ek sor sax didim.

About The Author