Aha ji we re teknolojî

Kî dibê Mêrdînî ji teknolojîyê fêhm nakin mala xwe dibin mîratê.

Aha ji we re nî?an û delîla teknolojîyê qurban. Lê binerin û destê xwe deynin ser wîjdanê xwe, heger ev teknolojî li Amerîka û Ewrûpayê jî hebe ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim.

Ê law ka ji vê teknolojîyê xwe?tir û erzantir ha? Ma di dema îro de kes kare du zarokên xwe li trimbêl yan tiyaran siwar bike babam? Ne wê qiyametek pere ji wan bistînin? Belê.

Lê ku tu wek Mêrdînîyên me xurcikekê bavêje ser motorsîkletê xwe û herdu zarokên xwe wek zebe?ên Diyarbekirê têxe wê xurcikê, ne mesrefa zêde dibe û ne jî hewceyî bi trimbêlan dimîne.

Lê ku motorsîkler qeza kir û serê herdu zarokan li bin guhê hev ket çi dibe?

Vê pirsê jî ji xwedîyê motorsîklet bipirsin wî, ma hema ezê ta bi derzîyê vekim birê min, wey!

About The Author