APO ÇÛÇKÊ TE BIXWE

 Doh êvarî ez çûm serdana kek Necatî Tank. Me bi hev re cigarek erase kê?a.

Wî got” Keko ez diçim cîhekî, dixwazim ku tu jî bi min re bê”.

Rabû em çûn cîhekî haho, haho, haho çi binerim! Vaye 14-15 Kurdên dost û heval ku her yekî bi kêmanî 30 salên xwe di xebata Kurdewarî de bi awayek kadirî borandine, girîlê çêdikin. Her yek ji alîyê xwe de wek mê?ên hingiv karekî dike. Hinek seletê çêdikin, hinek go?t sor dikin, hinek destexanê/sifrê datînin.

Axir em rûni?tin, bi alîyekî kêyf, henek, pêkenok û serpêhatî, ji alîyekî ney, saz, kilam û govend heta seet 11 ê ?evê  domand. Birastî ?evek gelek xwe? bû û min bixwe gelek kêf jê girt, sitres avêt û enerjî depo kir.

 Êêêêhhhhh, ma ez jî wek sîxurê Lotikxanê qet wan henek û serpêhatîyan direvînim? Min guhên xwe bel kirin, ew serpêhatî û henek qeyd kirin û ezê hebo hebo ragihînim we xwendevanên Lotikxanê. Yek ji wan serpêhatîyan a Mehmûd bû.  Çawa ji devê wî derketîye ezê wisa ragihînim we.

Berî bist salan Mehmûd bi çend hevalan re ji bajarê Kolnê diçe Berlînê. Civanê wan û hevalên Berlînê ewe ku Mehmûd û hevalên pê re ji bahnhofa (gara trênê) Berlînê hildin.

Mehmût û hevalên xwe li Berlîn rê winda dikin û dixwazin ji hinekan rê bipirsin. Di rê de keçikek 14-15 salî, delal û xwe?kok, porzer û berketî li wan rast tê. Mehmûd wisa bawer dike ku keçik Alman e û ji keçikê re dibê:

 “APO ÇÛÇKÊ TE BIXWE, WO ÎST BAHNHOFF – Bahnhof li ku ye?”

Qey hûn nabêjin keçik Kurd e û ji Mehmûd re dibêje:

APO ÇIMA GÛYÊ MIN NAXWE,  GRADE AUS  “sererast here”

 Îcar tembîya min li we be qurban. Gava we rê winda kir û pirsa rê ji hinekan kir, bi zimanê xwe karibin. Yan na, bi ellawekîl wê wek keçika li Berlînê gellek ti?tên din jî bi we bidin xwarin. Ji min gotin…

Di dawîyê de gelek spasîyên xwe li wan braderên ku keda wan di vê girîlê de derbazbûyî û yên li wir amade bûyî dikim. Hîvîdarim wê ev çalakîyên wan berdewam bin û me jî vexwînin ku em jî ji wan henek û serpêhatîyên wan sûdê bigirin û ragihînin xwendevanên Lotikxanê, xizîneya henek û pêkenokên Kurdî pê dewlemendtir bikin.

Almanya

About The Author