Dixwaze nepoxên xwe biteqîne

Lotikvana navdar û agirpêketî, memikmezina çiryayî û diryayî xanim Heîdî Montag, ji sîlîkonên xwe aciz bû û dixwaze wan sîlîkonên ku memikên wê kirine wek zebe?ên Amedê bavêje, sîng û berên xwe piçûk bike û bike wek ?imamokên Mêrdînê.

Heîdî Montag, tam 10 carî ketiye bin kêr û meqesên ne?tersazîyê û xwe estetîk kiriye.  Ji bo ku dilê mêrê xwe Spencer Pratt xwe? bike û mêrê wê wek Maradona bi herdu gokên sîng û berên wê bilîze, sîlîkon xistibû bin çermê sînga xwe û her memikek xwe kiribû pênc weqî. Lê pi?tî ku mêrê wê Spencer Pratt bi lîztina memikên wê virikî bû û fî?ekên wî qelp kirin, lotikek li Heîdî Montag xist, sê telaqên wê xistin destê wê û ew berda.  Ji ber vê jî, Heîdî Montag xanim dixwaze wan sîlîkonên wek zebe?ên Amedê bavêje û di ?ûna wan de du ?imamokên Mêrdînê têxe sîng û berên xwe.

Werhasilî kelam, niha em ketine dû Heîdî Montag xanimê ji bo ku em sîlîkonên wê ji xwe re bidizin yan birevînin û wan sîlîkonan di mazatê de bifro?in.

Tembîya min li we be, hema ji niha ve têkevin dora tenûrê û dora xwe deynin ser kirîna sîlîkonên Montag xanimê.

Haaaaa, sîlîkonên Heîdî Montag bi taybet ji bo xwendevanên Lotikxanê bi nîvê heq e. Îcar hûn dikirin yan nakirin tehtil erda we kiriye…

Amerîka

About The Author