HILÛRE?K / INCAS

KUJERÊ HUCREYÊN PENCE?ÊHRÊ  PRUNÛS DOMESTÎCA  SUP SP. Hilûka re? riwakek (nebat) daran e ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê 4- 10 mitroyan bilind dibe, lewre carnan wek hejan...

KUJERÊ HUCREYÊN PENCE?ÊHRÊ

 PRUNÛS DOMESTÎCA  SUP SP.

Hilûka re? riwakek (nebat) daran e ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê 4- 10 mitroyan bilind dibe, lewre carnan wek hejan û carnan jî wek daran xuya dike. Belgên wê kesk, bi dûxik û rimane, kulîlkên wê spî û ?e?pelî ne. Ew kulîlk diwe?e û cihê xwe ji bo pi?kokek kesk dihêle. Ew bi?kok dibe fêqîyek, berê hinekî sorûmor û pa?ê jî dibe ?înek tarî û re? wek hêkan. Hilûre?k fêqîyek bi avî û bi go?t e. Çermê fêqî bi rengek wek ewran dorpêçkirî ye. Di nava wê fêqîyê de dindikek hi?k heye û di nava dindik de jî kakilek, lê ew kakil tahl e û nayê xwarin. Gellek Cûre û rengên hulûre?kan hene. Lê yên herî bi qîmet yên ku go?t ji qa?il vedibin in. Ji ber ku Ewropî wan zêde dixwin û dikin ser kekan û pastan, jêre cûreyê “Ewropî” jî tê gotin. Bi Tirkî ji hilûre?k re dibêjin “kara erîk” (Tirk ji alûcan re jî erîk dibêjin) û bi Almanî jî “ zwetschgê” an jî” schwarze pflaûme” tê gotin. Ji hilûre?kê paste, qe?a?îr, dermanên xweristî û rêçal tên çêkirin.

Welat û dîrok: Welatê hilûre?kê Mezopotamya, Qafqasya û ?am e . Ji wan deveran di dema ?er û tacirîyan de belavî welatên din bûye. Lê hinek bispor jî dibêjin “welatê hinek cûreyan Ewropa û Asya ye“. Dîroka wê ba? nayê zanîn. Lê li deverên ku di qedîm de lê çêdibûn ji bo derman (xasma li hember qebizbûnê)  û wek fêqî dihat bikaranîn.

Berhevkirin: Di dema fêqîya wê digehe de tê berhevkirin û hi?kkirin û ji bo xwe?avan tê hilanîn. An hêjta tereter wek fêqî tê xwarin, anjî ji bo nan, paste û kekan tê xebitandin.

Têdahîyên hulûre?ê: Cûreyên antîoksîdanan, posa, paxir, born, lîf, cûreyên fîtonutrîentan, cûreyên polifenolan, magnezyûm, fosfor,  hesin, potasyûm, karbonhîdrat,  selîloz, proteîn, asîdên organîk, vîtamîn A, B, C, beta karoten û hwd.

Bikêrhatîyên hulûre?ê1- Destavê diqulipîne û bedenê rehet dike. 2- Jîy û rehan bi hêz dike. 3- Ji bo peçivîn (werimîn) ên mêlak (cergê re?/kezeb) ê gellek bi kêrhatî ye. 4- Qebizê ji holê radike û li hember bêxewîyê pir ba? e. 5- Li hember bawîbûn û ki?ilgirtinên movikan zehf ba? e. 6- Li hember radîqalên serbest ?ervanekî jêhatî ye. 7- Hêz û enerjî dide bedenê û pîr (kal) bûnê bi direngî dixe. 8- Westîyana beden û zêhn hiltîne. 9- Î?tahê vedike û hezmê hêsan dike. 10– Tevgêra xwînê dilezîne, maddeyên xusardar ji bedenê tavêje. 11- Dil diparêze û hwd.    

Gotinên bisporan di derbarê hilûre?kê de : Prof. Dr ê Fakûlta Tib a Unîversîta  Stenbûlê yê navenda Onkolojî Erkan Topuz, sê rengên re? li hember nexwe?îya  pence?êhrê  pê?nîyar dike. 1- Hilûyên re? ên hi?kkirî (e?babî). 2-Tirîyê re? ê hi?kkirî (mewrîj- mewîj). 3- Qeysîyên re? ên hi?kkirî (e?babî) .

Lêkolînên Unîversîta Tofts li Boston nî?an daye ku hilûre?kê pêvajoya pîrbûnê bi direngî xistiye. Antîoksîdana di hilûyên re? de du caran ji ya tirîyê re? zêdetir e. Hilûre?k antîoksîdana di xwînê de  % 25 zêdetir dike. Hilûre?k vê vatinîyê (wezîfê) bi antîoksîdana “ fîtonutrîent û ponîfenolên” a di hindirê xwe de pêk tîne. Heke mirov di rojê de du heban bi qa?il ve bixwe, wê rûyê mirov xwe?ik bibe. Ji ber ku qa?ilê hilûkê ji alîyê “fîtonutrient”an de gellek dewlemend e.

Li gor lêkolînên  laboratuarên Unîversîteya Herzeromê ya ku ji alîyê du xwendevanan “Hamza Ekmen Nazli û Saît Adem Aslan”  ve mehekê  hatibûn kirin, peyitandine (tesbît kirine)  ku rêçal, xwe?av û fêqîya hilûyê re?  hucreyên (malzarên) ku dibin sedema  pence?êhran ji holê hiltîne.

Bikaranîn: Hilûre?k jî wek qeysî, xox, sêv û fêqîyên din paste, xwe?av, rêçal pestîh û wekî din jê tên çêkirin.

Beş
Dermanxane

Nivîsên dawî

  • Evîn û seks derman e

    Pispor radigihînin ku evîndarî dermanê gellek nexweşîyane û kesên ku dil digrin ji kesên ne evîndar saxlemtir in. Li gora lêkolîna ku di rojnameya Fransî L’Express de hatiye weşandin,...
  • Şeraba sor, dermanê kerr û lal û kor

    Ji demên berê de şeraba sor wek derman dihat bikaranîn. Kesên ku şeraba sor vedixwarin, zû bi zû nexweş nediketin, ji taqat nediketin, hem bedenî hem jî cinsî wek...
  • Hejîrên herêma Mêrdînê

    ZÎWER İLHAN ‘AYŞÎNÎ : Zer e û ne girs e. Ji siqaqî şêrîntir e û hûrtir e. Nava wê dagirtî ye. Ji hejîrên din şîrîntir e. HECÎ ‘ELÎ :...
  • Mûskat

    MÛSKAT cûreyek ji cûreyên gûzan (gwîz) an e. Bi taybet ji bo derxistina ba û gaza zik û ji bo êşa zik û aşika meriv baş e. Di mûskatê...
%d Bloggern gefällt das: