Werin em ji Qendîlê dest pê bikin.

?ik û guman tê de tune, ziman nasnama mirova ye, ziman hebûn û pê?eroja milletekî ye. Pêve girêdayî jî zarok pê?ewa û pê?debirên wî zimanî ne. Ev herdu, ango ziman û zarok wek go?t û nenûkê ne. Têkçûna yekî têkçûna yê din e.

Asîmîlasyon stûna komara Tirk e. Ji 1924 û heta niha dewleta Tirk zorî daye asîmîlekirina netew û kêmneteweyên li Tirkiyê. Di vê siyaseta dewleta Tirk de ji derveyî Kurdan, piranîya netew û kêmneteweyên din bi piranî hatine asîmîlekirin û ji dîrokê hatine rakirin. Her çiqasî Kurdan heta îro li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dabin û zimanê xwe paraztibin jî, lê mixabin asîmîlasyona dewletê be?ek mezin ji Kurdan jî daye ber pêl û tofana xwe û ew ji rê derxistiye, asîmîle kiriye û ew kiriye Tirk. Bi taybet Kurdên ku ne xwedîyê hest û îradeyek netewî ne, Kurdên ku bi îradeyek koletî û bindestîyê mezin bûne û Kurdên ku bi mejiyê enternasyonalîzmê tev digerin, dibin ?irîkên siyaseta asîmîlasyonê û nimûneyên xerab. Tew ji xwe siyasetmedarên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin û levzek Kurdî nizanin, ji Kurdan re dibin nimûneyên pir xerab û di pê?deçûna asîmîlasyona Kurdan de rola xwe dilîzin. Ev nimûneyên xerab ji malbatên Kurd re dibin berçavka asîmîlasyonê û dibin sedem ku zarokên malbatên Kurd wan ji xwe re bikin mînak û Tirkî biaxivin, bi Tirkî bixwin û vexwin û ji zimanê xwe, ji çand û adetên xwe bi dûr bikevin.

 

Berî demekê Cîhgirê Serokatîya KCK Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe de bal ki?andibû ser girîngîya perwerdeya bi zimanê Kurdî û ji BDP û hêzên din xwestibû ku ji bo xweserîya demokratîk û perwerdeya bi zimanê Kurdî dest bi xebatê bikin. Bê guman, ev daxwazek maqûl û pê?niyazek di ciyê xwe de bû. Lê banga TZP a ji bo boykotkirina zimanê Tirkî pê?niyaza Cemîl Bayik temam kir û bi vê daxwazê TZP gavek pîroz avêt.

Ziman nî?ana cudatîya mirovan e. Ti?tê ku mirovan ji hev cuda dike û wan ji hev vediqetîne ziman bi xwe ye. Her millet bi zimanê xwe tê naskirin û bi zimanê xwe xwe li ser lingan dihêle. Nasname û hebûna milletan zimanê wan e û pêve girêdayî jî zarokên wan e. Zarok pê?eroja milletin û ger ew millet zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde nekin, wan bi ziman, çand û toreyên xwe mezin nekin, pê?eroja wî milletî tune û têkçûna wî milletî ne dûr e. Ji ber vê, ev herdu hêman (ziman û zarok) milletekî li ser lingan dihêlin. Ev ji bo Kurdan jî her wilo ye û lê mixabin Kurdên me hê jî di gellek waran ne negihane zanebûn û girîngîya zimanê zikmakî û perwerdekirina zarokên xwe.

Wek me li jor jî anî ser zimên, stûna Kemalîzmê û dewleta Tirk asîmîlasyon e û xwe bi vê stûnê li ser lingan dihêle. Asîmîlekirina Kurdan xurtbûna dewletê ye, lê paraztin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî jî têkçûna wan e, parçekirina dewleta Tirk e û divê her rêxistin, partî û dem û dezgehên Kurd bê ?ert û qeyd xwedî li zimanê Kurdî derkeve, zimanê Kurdî di her qadê de bi kar bîne. Di vir de rol û erka herî mezin helbet dikeve ser milê PKK, KCK û BDP. Heger rêvebirên PKK û KCK ji Qendîlê dest bi vê gava pîroz bikin û axavtin, perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî ji xwe re bikin armancek sereke, bixwaze nexwaze wê bandora xwe li piranîya Kurdên bakur û hevalbendên wê bike, wê bibe sebeb ku heta bi siyasetmedarên ku bi Kurdî nizanin jî dest bi hînbûna zimanê Kurdî û pê axivtinê bikin. Ji ber vê, heger birastî wek ku Cemîl Bayik dixwaze niyeta KCK heye zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê, divê ev gav di serî de ji Qendîlê dest pê bike.

Tevgera Zimanê Kurdî TZP, bi boykotkirina zimanê Tirkî gavek erênî û Kurdewarî avêtiye. Li gora min divê Kurd êdî di her warî de, di her qadê de zimanê Tirkî û her ti?tên ku bandorê li asîmîlekirin û têkbirina Kurdan dike boykot bikin. Çawa ku boykotkirina referandûmê di rojeva Tirkiyê, dinyayê û di rojeva çapemenîya Tirkan de ciyekî mezin girt û Tirk pê çav?ikestî bûn, boykotkirina zimanê Tirkî wê darbeyek mezintir li dewleta Tirk xe û çavê wan zêdetir bitirsîne. Hikûmeta ku xwedêgiravî dixwaze hinek gavên demokratîk bavêje û rê ji hinek mafên mirov re veke, hê jî gava perwerdeya bi zimanê Kurdî dikeve rojevê, wek ku cin ji hesin bitirse jê direve û perwerdeya bi zimanê Kurdî naxe rojeva xwe. Çima? Ji ber ku zane ti?tê ku Kurdan li ser lingan dihêle zimanê wan e û ger dest bi perwerdeya bi zimanê Kurdî bê kirin, wê Kurd xurttir bibin, wê hestên netewî pê?detir biçin û wê pê?eroja Kurdan, ango zarokên wan bibin parêzerên zimanê xwe, zimanê Kurdî. Ev jî ji bo dewletê mirin û têkçûna herî mezin e.

Ji ber van sedemên ku min li jor anîn ser zimên û ji ber gellek sedemên din, biryara ku TZP û BDP di warê boykotkirina zimanê Tirkî de dane biryarek maqûl û pîroz e, divê her Kurd xwedî lê derkeve û destekê bide vê boykota pîroz. Bê ?ik û guman, divê êdî Kurd sînorekî têxin navbera xwe û Tirkan û ev sînor jî zimanê Kurdî bi xwe ye. Zimanê Kurdî xeta sor a navbera Kurd û Tirka ye. Divê Kurd xwe ji vîrûsa nexwe?îya zimanê Tirkî dûr bixin û bê guman dermanê vê vîrûs û nexwe?îya xedar jî axavtin, perwerde, rabûn û rûni?tina bi Kurdî û zimanê Kurdî bi xwe ye

About The Author