Bêrîka vala rê li ber Biraderê me girtiye

Li ser bextê malpera Avesta be, dibêjin Birader Ango Biraderê Musîkî gotiye ku “ ‚ez dixwazim vegerim welêt, lê ezê destevala çawa vegerim babam? Berîk vala ne û pere jî tune.“ û Dilê xwe jî û yê min jî bi xwe ?ewitandiye.

Wey weledddddd û 101 carî weled!

Law bi namûsa enbart CE, berîka min ji ya te qultir e, çiriyaye û diriya ye. Tu ne bi tenêyî cîgerim, dilê xwe bi xwe ne?ewitîne Biradero!

Wîîîîî bi rastî lo, çima tu tembûra xwe nakî Kelek û Ke?tî û pê welat bi welat nagerî, konseran li dar naxî û kodika tembûrê tije nakî qurban! Ka te digot ezê tembûra xwe bikim Kelek û Gemî û pê Behr û okyanûsan derbas bikim. Ê de hema tam roja wê ye elawekîl. Yabo ku tembûra te têra çêkirina kelek û gemiyê nekir, bi soz ezê tembûr û kemança xwe jî bikim qurbana Kelek Û gemiya te!

Werhasilî kelam, aha rew?a hunermendên min ev e gelî xwendevanan.

Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Mihemed ?êxo, Ey?e ?an, Gerapêtê Xaco û bi dehan hunermendên wek wan ji birçîna di nav xizanî û perî?aniyê de mirin û kesên wek min û Birader jî nikarin vegerin welatê xwe. Cima? Ji ber ku berîka me qul e dest û kodika tembûra me jî vala ye.

Axir, hêvîdarim zingînî ji ber guhê rayedarên hikûmetekanî Kurdistanekan bê û hema bi xeletî be jî rew?a hunermendên Kurd bidin ber çavên xwe û be?ek ji perên ku didin tiral û beradayên Kurdistanê bidin belengazê hunermendan jî. Divê neyê jibîrkirin ku, hunermend ne ji Ey?ika Ereb in canekem!!!!!!

Hollanda

About The Author