MASTÊ KÛÇIKBAVÊ DADRÊS

Berî sîh salî ragihandin bi traxtoran dibû. Dawîya demsala payîzê bû, ji bo arvan bi çewalan genim barkirin ramoka traxtorê. Wê bibin li navçeyê bi a?ê kehreyê (elektrik) bihêrin.

Xaltîka Zelêxa û meta Berfo jî nexwe? in, wê biçin doxtor û ew jî siwarî ramokê bûn. Xalê Bextîyar jî diranê xwe diê?ê, wê biçe bik?îne. Ew jî siwar bû. Apê Ebas jî wek her carê di destê wî de satila mastê bertîlê dibe ji dadrês re, doza wî ya erazî (erd) hebû. Çend gundîyên din jî li ramokê siwar bûn werhasil.

Sir û seqem bû, ketin rê û tew baranê jî dest pê kir. Yên lihêf li xwe pêça bûn, yên qapûtê xwe li serê xwe alandibûn û xwe ji baranê disitirandin. Ajovanê traxtorê Silêman, ji tavî û teyroka baranê pê?îya xwe zor didît. Hema ji ni?ka ve traxtor bê hemdê ajovan kete ?arampolê  û ramok qulipî. Qêrîna rêwîya ye, hawara wan e .

Rew?a bobelatê dîmenek balkê? bû, çewalê genim nêzî nehwêd (not) kîloyî bi ser xalê Bextîyar de qulipî ye, nikare ji bin derkeve. Qêrîna wî ye, vixe vixa wî ye, wek beqan axê pencik dike ku xwe xilas ke. Satila mastê apê Ebas bi ser de qulipî ye, serê wî hemi bi mast e. Xaltîka Zelêxa û meta Berfo bi qêrîn di girîn û dilorînin.

 Xaltîka Zelêxayê digot Wîîîî li min porkûrê, li min  pepûkêêê, keçê mejîyê Ebas rijyaye wax waxxx! û mabû ecêbmayî. Meta Berfo jî di got Na dînikê, ew ne mejî ye mast e, mastê kûçikbavê dadrês e keçê “. Yên din ê bi pi?ta xwe girtibûn, ê bi serê xwe girtibûn, him ramok rast dikirin, him jî bi gotinên Zelêxa û Berfo dikenîyan.

Zemanê berê bertîla birokratên dagirkeran mast, ?îr û penêr bû. Îro bertîla segbavan dolar û Euro ye. Lewma niha xwedî xan, apartûman û vîla ne. Bi bertîla Kurdan dewlemend in, di kêfê de ne, Kurd jî di feqîrî û xizanîyê de ne.

Ma êdî ne bes e Kurdino? We bi wan bertîlan dijminê xwe dewlemend kir û wan jî mast û pelûl bi serê we de rijand. Êdî bes e lo, êdî malê xwe bi dolheraman nedin xwarin. Dev ji wan berdin, bera gûyê kûçikan, zîrça mirî?kan bixwin çêtire…

About The Author