Ê de çareser bikin ha cîgerim!

Serokkomarê Tirkiyê û rebbê zilaman Abdullah Gul, li Amerîkayê derket bernameya TRT Virq ê û çend lotikên ?imamokî avêtin.  Abdullah efendî di derbarê Rojhilata Navîn û rew?a dinyayê de dîtinên xwe anîn zimên virde wêde da lotikan.

Ê helbet pirsa Kurd qû? li Rojhilata Navîn qetandiye, ma go A.Gul behsa vê pirsa qerase neke dibe? Na. Di vê derbarê de jî cîgerim çend lotik avêtin û dîsa ew gotinên xwe yên girover û ?ekirokî gotin.

Cîgerim Evdo bi ?e? telaqan sûnd xwar û got ku “bi dîn û îman pirsa Kurd ji barê bergîl û qantirekê jî girantir e û li ser Tirkiyê gellek giran disekine, bûye pirsa sereke. Law em hew karin ji ber tirs û te?qela pirsa Kurd herin ser do?ekên jinên xwe qarda?im, na na, divê sedî sed em vê pirsa qerase çareser bikin, wilo nabe, hew li me radibe wî” û çareserîya pirsa Kurd anî rojeva TRT Virq ê.

Abdullahê me herweha avêtina gavên demokratîk erênî nirxand û got ku divê Kasimpa?alî Receb wan gavan pê?detir bibe û ji çeqel û keftaran jî netirse.

Werhasilî kelam, pirsa Kurd Tirk ji mêranî xistine û fî?ekên wan qelp kirine. Ez dibêjim bela Abdullah Gul guhê Kasimpa?alî, Bahçelî, Kiliçdaroglû û I?ik bik?îne û bêje „Law a ba? em û Kurd ji hev veqetin, em ji Enqerê heta bi Iraqê bidin wan û ji van xwedênehi?ta xelas bin û hew“ û telaqê Kurdan têxin destê wan.

Ma ev ne pê?niyazek ba? û maqûl e gelî xwendevanan?

Wa?îngton

About The Author