Dersim mabû ew jî dagîr kirin

Partîya Gur û Keftarên Tirkiyê, ango MHP a nîjadperest, li Dersimê ?axê xwe vekir û lotikek Tirkane avêt Dersimîyan. MHP a ku berî 1980î newêrîbû li Kurdistanê bêje ez heme, îro di piranîya bajar, qeza û gundên Kurdistanê de zîtirkên dêlika Asenayê davêje û dike ewte ewt. Êêêêêê, dinya hurrîyet e babam, ma çima em demokrasîyê ji Tirkiyê re dixwazin ne wilo!

Werhasilî kelam, hinek ji Dersimîyên me dibêjin “Xem nake babam, ev nî?ana demokrasîyê ye, ma MHP ne ji Ey?ika Ereb e, mafê wê jî heye li Dersimê bizûre” filan û fîstan.  Ê helbet canim, heger li deverek wek Nisêbîna Mêrdînê ala MHP pêl bide, çima wê li Dersimê pêl nede heyran? Heger ni Nisêbînê MHP nîna be, tew li Dersimê tirnîna ye.

Ez serê we neê?înim, erê di encama ?erê 30 salî de ti?tên ba? jî pêk hatin, lê evî ?erî MHP jî di Kurdistanê de bi cîh kir û ew kirin bela serê Kurdan.

Axir canim, wa AKP û BDP hevdu dîtin û silavek dan hev. Belkî hema demokrasîyek rasteqîn pêk bê ku ev gur û keftarên MHP jî bibin insan, rehma Kurdan têkeve dilê wan û dev ji Tirkayetîyê berdin û bibin Kurd, derbasî refê insanetîyê bibin.

De ya bi xêr…

Dersim

About The Author