Wey li ser xêrê be rebbî!

?ikir ji yezdanê pak re, Kasimpa?alî Receb got „êdî bes e“ û silavek da BDP.

Li ser bextê fitne û fesadên meclîsa Tirko be, dibêjin generalên AKP û generalên BDP silavek germ dane hev û çay û qehweyek ?îrîn bi hev re vexwarine. Em nizanin bê bi çay û qehwê re piskuwît, nok û dendik xwarine yan na, lê dibêjin hevdîtina wan bi xo? û bê? derbas bûye û herdu alî li hevdu germ û nerm bûne.

Em bi navê sîxurên Lotikxanê yên li Enqerê vê lotikê pîroz dikin û hêvîdarin wê ji îro û pêve AKP û BDP hevdu nedin ber lotikên bêîman, wê li hev bibanin û çareserîyek demokratîk ji pirsa Kurd re bibînin.

About The Author