Kurd dikin, xelk dixwin

Em Kurd milletekî ecêb in. Wek pezê guraxwarî li me hatiye. Welat parçe, ziman parçe û em Kurd jî dîsa ji hev parçe parçe ne, belawela ne. Lê dîsa jî hi?ê me nayê serê me, em keda xwe ji xelkê re dihêlin, li nirxên xwe xwedî dernakevin. Derkevin jî pir kêm.

Mesela me li ser Mele Seîdê Kurdî (Nûrsî) bû.

Di dîrokê de kesên ku dînê Îslamê li ser lingan hi?tine, ew paraztine û heta bi îro anîne Kurd in. Ji dema Selaheddînê Eyyûbî bigrin û heta bi roja me, yên ku îslam bi pê?de birine û her ti?tên xwe di rêya wê de qurban kirine dîsa em Kurd in. Lê mixabin yên ku dane dû dûvik û boçika dijminên xwe û bi navê bratîya îslamê pê hatine xapandin dîsa em Kurd in.

De binerin bê Tirk çawa xwedî li Mele Seîdê Kurdî derdikevin û wî dikin malê xwe, bi ilmê wî lotikên Tirkane davêjin.

Rojnama Yenî Asya, bi sedema mirina 50 salîya M.Seîdê Kurdî çalakîyek qerase li dar xistiye û wî bi Tirkên çeqilmast didin naskirin.

Yenî Asya qemyonek bi navê “Tir a (qemyonên mezin û dirêj) Danasîn û Xizmeta Seîdê Nûrsî (helbet ew nabêjin Kurdî) amade kirine û wê pê bajar bi bajar bigerin, M. Seîdê Kurdî bi Tirkoleran bidin naskirin.  

Di vê derbarê de Midurê Yenî Asya Medya Grûp Receb Ta?çi, dibêje ku ewê tam 30 rojî (mehekê) bajar bi bajar bigerin, Seîdê Nûrsî û berhema wî Rîsale-î Nûr bi xelkê bidin naskirin. Receb Ta?çi, dibêje ku Rîsale-î Nûr tefsîqa quranê ye û ewê li gora reçeteya ku Seîdê Nûrsî pê?kê? kiriye behsa rêdana demokratîk û pêkanîna a?tîyê bikin.

Aha mesela me û rew?a me ev e ha gelî xwendevanên Lotikxanê.

Mele Seîdê Kurdî malê me ye, Kurdê me ye, lê em wek Tirkên çeqilmast nikarin xwedî lê derkevin û ji berhemên wî îstîfade bikin, wan ji bo berjewendîyên xwe yên netewî bi kar bînin. Lê Tirkoler dikin. Ciwamêran li ser keda Kurdan, li ser pi?ta wan berjewendîyên xwe yên netewî bi pê? de dibin û dixwazin çewalê „Tirk Îslam Sentezî“ têxin serê xelkê.

Werhasilî kelam, em Kurd herdem kurtanê kerên xelkê ne û hûn ji min re sax…

Mû?

About The Author