Gundî Kemal bûye hevirmê? kuro!

Pi?tî ku Denîz Baykal ê çeqilmast lotikek qerase xwar û ji serokatîya CHP hat avêtin, serokê nuh gundî Kemal dest bi lotikên germik û nermik kir. Tew pi?tî ku di referandûmê de ERÊ bi ser ket û pelûl bi serê Kemalîstan de rijiya, gundî Kemal hê zêdetir germik û nermik bûye û hema bêjin bûye wek hevirmê?ê xas.

 Gundî Kemal di derbarê guhertina makzagonê û çêkirina makzagonek nuh de dîsa lotikek nermik avêt û ji sînorê siyaseta CHP a kevn bi dûr ket. Gundî Kemal ji rojnamevan Fatîh Çekîrge re axivî û ti?tên dûrî siyaseta CHP anî zimên. Nizanim gungî Kemal van gotinan bi serê xwe dibêje yan na, lê lotikên wî lotikên maqûl in û xwedê zêra wî qebûl bike rebbî. Lê wê mêro li ser gotinên xwe bimîne yan nemîne li ser bext û wîjdanê wî be.

Gungî Kemal dibêje “Hewce nake em li benda pi?tî hilbijartinan bisekinin. Hema werin em ji niha de dest bi guhertina makzagonê bikin babam” û lotikek dûrî siyaseta Denîz Baykalê çeqilmast avêt.

Gungî Kemal, herweha gul û beybûnan dirêjî AKP û BDP jî dike û dibêje „ Ma çima emê bi AKP û BDP re hevdîtinan nekin cîgerim, BDP jî parçeyek ji meclîsa Tirkiyê ye, grûpa wê heye û divê em bi wan re jî hevdîtinan bikin, çay û qehwê bi wan re vexwin. Ma ew ne ji Ey?ika Ereb in“ û silavek da BDP.

Werhasilî kelam, heger gundî Kemal bi van lotik û zîtirkên germik û nermik bibeze, belkî di qûna CHP ne û siyaseta wê ya nîjadperest biguhere. Lê na heger ew jî wek Denîz Baykalê çeqilmast dûvê Kemalîst û Ergenekoncîyan bernede û balêse, ji xwe mesele dibe eynî tas û eynî hemam wesselam.

Wele heger piçek xîreta Dersimî û Kurdayetîyê pê re mabe, belkî gundî Kemal bê ser rêya îmanê. Na heger xwîna wî girikî bûbe û bide ser rêya zinêkarên wek Denîz Baykal, ji xwe wê bi heman tir?ikê virikî bibe û bi xwe de birrî û xelas…

Stenbol

About The Author