Wey hezar carî tifuuu li te!

Avakarê J?TEMê qesasê Kurdan dêqehpê dewleta virko Arif Do?an, gotiye tu eleqa min bi Ergeneguyê re nîn e û lixwe mikûr hatiye ku, ji aliyê wî ve bi deh hezaran Kurd hatine ku?tin ku hejmara wan jî nizane.
Ew, ku?tina bi deh hezaran Kurdî ya wan salên borî jî bi tevahî wek ku?tina PKKyî û terorîstan dinirxîne û dibêje; „Hed û jimara kesên ku ji aliyê me ve hatine ku?tin nîne“.  Arif Do?anê ku bi serbilindî qala wezîfeya xwe dike, her wiha bi bîr dixe ku, wan ji bo her kesekî ku dihat ku?tin 3 hezar lîre dida qesasên xwe. Li ser endamên J?TEMê jî dibêje, endamê vê rêxistinê ji deh hezar kesî pêk dihat, e?îr û derdorên Kurdan jî tê de bûn û wek sîxur di nav PKKê de bi cih û war bû.
Di hevpeyvîna ku bi rojnameya Haberturkê re kiriye dibêje, di nav PKKê de çi biqewime wek îstixbarat ji wan re dihat û bi vî awayî jî di operasyonên xwe de bi ser diketin.
Niha Arif Do?an, dixwaze berî bicehime îfadeya xwe bide serdozgeriyê û serbilindiya xwe ya ji bo ku?tina Kurdan li wir cardin bêje. Niha dewleta ku ew paye danê wî, li ser kirinên wê demê xwe li kerriyê datîne û Arif Do?an jî wek kesekî ku bi serê xwe kar kiriye tawanbar dike.

Lê niha li mala xwe nexwe? û bi tenê ye. Heta keça wî û malbata wî jî dev jê berdane.

Her çiqas niha behsa çareseriyekê bê kirin jî divê Kurd heyfa keç, xort, rojnamevan, nivîskar, karsaz û rûspiyên xwe ji van bênamûsan re nehêlin. Qet nebe serê wan bixin bin qûna wan û doza tazmînat, ?ermezarî û mikurhatina dewletê ya ji bo ku?tinên bi navê qesas nediyar bikin.
Stenbol

About The Author