Parastina pêvajoyê girîng e

Li Tirkiyê pi?tî referandumê rojeva siyasî hate guhertin. Taybetî li ser daxwaziya Ocalan dirêjkirina agirbestê ji aliyê PKK-ê ve, ew tirs û tundiya heyî bi awayekî ji holê rakir û hindik be jî ji bo a?itiyê hêviyek peyda bû. Di vê qonaxê de ya herî girîng ew e ku, ev prosesa destpêkirî bête parastin. Dixweyê parastina vê  prosesê wê gelekî ne hesanî be.

Wek gelek caran hatiye gotin, dezgehên tarî ji bo vê prosesê têk bidin ti?tê ku bête mile wan wê bikin. Cardin wê dest bi provakasyonan bikin, taybetî le?ker wê bixwazin bi berdewambûna operasyonan vê pêvajoyê tehrîb bikin. Di nav PKK-ê de jî meyla ku dixwaze ?er berdewam be, wê bi awayekî provaksayonên dezgehên tarî bikin sedem û agirbestê têk bidin. Dema ev ti? bêne kirin, cardin wê tundî û tujî bikeve rojeva siyasî.

Berî çend rojan li bajarê Rihayê hinek kes bi navê KCK-ê hatin girtin. Di rastiya xwe de divê hikûmet bizanibe ev bûyerên bi vî awayî tu feydê nade vê prosesa ku hêviyek peyda kiriye. Hikûmet di hinek beyanên xwe de vê bûyerê wek karê dadgehî dide nî?andan, lê tê zanîn ku rew?a dadgehan li Tirkiyê çawa ye. Divê hikûmet rê nede van bûyerên provakatîf.

Li Tirkiyê heta 9-10 mehan hilbijartinên parlementoyê çêdibin. Ji bo Ak-Partî cardin bi piranî were ser hikum,  di nav xebatekê de ye. Di hilbijartinên pê?îya me de gelek ti?t dikarin bête guhertin. Partiyek wek MHP-ê ihtimale ku, barajê derbas neke û nekeve parlementoyê. CHP dît ku rêvebirina siyaseta parastina statukoyê tenê zirarê dide wan, niha ji bo guhertina nava xwe di nav hewldanekê de ne. Di hilbijartinan de eger Kurd bikaribin platformek hevbe? pêk bînin û bikevin hilbijartinan, wê hejmara parlementerên Kurd gelektir be. Li gora pisporên siyasî û civakî AK-Partî bi serê xwe nikaribe piraniya parlementoyê bi dest bêxe jî wê cardin partiya herî mezin be.

Heta hilbijartinan wê hikûmet hinek gavan bavêje. Ji bo destûrê serokwezîr da kif?kirin ku, pi?tî hilbijartinan wê destûrek nû bînin rojeva parlementoyê. Lê di vê dema heta hilbijartinan de wê hinek qanûnên ku bi Yekitiya Ewropa re biguncin amade dikin. Ji hemiyan giringtir, heta hilbijartinan ger rew?ek bê ?er û operasyon li Kurdistanê hebe û hikûmet di derbarê pirsa Kurd de hinek gavan bavêje, wê pi?tî hilbijartinên sala 2011-an gelek ti?t bêne guhertin.

Li Tirkiyê guhertina sîstemê bi xwe jî tê genge?ekirin. Ihtimala ku pi?tî hilbijartinên 2011-an du salan Erdogan bibe serokkomar gelek e. Wê cara yekem bê ku serokkomar ji aliyê xelkê ve bête hilbijartin. Bê goman Erdogan berî hilbijartinan wê desthilatdariya serokkomar berfireh bike. Herweha Tirkiye,  ji sîstema parlementeriyê wê bi awayekî derbasî sistema serokatiyê bibe. Eger bi temamî ne sîstemek wek Amerîka be jî, wê nêzîkî sîstema Fransayê be.

Niha di rojeva Tirkiyê de ev ti?t tên genge?ekirin û di van derbaran de proje tên amade kirin. Bê goman ji bo Kurdan ya herî girîng ew e ku di van guhertinan de wê cihê çareseriya pirsa Kurd çi be. Kurd jî divê li gora berjewendiyên xwe yên netewayetî guhertinan binirxînin û li gora wê jî bibin xwedî helwest.

5.10.2010
Dara Bilek

Rojeva Kurd

About The Author