Kurdek welatparêz û dilpaqij/saf bi malbata xwe re ji bo betlana salane ji Almanya diçe Çe?mê li otêlekê bi cih dibe. Otêl jî otêle ha, bi turîst û natûrîstan dagirtî ye. Spêdê heta êvarî xwe bertavkirin, soberî, sporên cûrbecûr û xwarinên xwe? li wir ti?tên rojane û adetî ne.
Li hotêlê malbatek Tirk ji yên biroqrat jî heye. Ew malbat çi cara ku malbata Kurd dibîne, silavê didinê, li ser pîyan sohbetê dikin û li halê hev dipirsin. Hinek caran li ser masekê xwarinê jî dixwin.
Rojekê yê Tirk li ser xîz/qûmê xwe dirêj kirî ye. Dixwaze pi?ta xwe bixurîne, lê dike nake destê wî nagihê pi?ta wî. Yê Kurd jî lê dinere, dilê wî pê di?ewite û jê re dibê:
“Ez pi?ta te bixurînim cîgerim?”
Ew jî dibê:” Erê”.
Zilam xwe davêje ser dev, yê Kurd jî li wir ?eyek ?ikestî dibîne û bi wî ?eyê ?ikestî pi?ta wî dixurîne/ timar dike û bi dilê xwe yê paqij ji yê Tirk re dibê:
” Benzetmek gîbî olmesin, biz koyde atlara boyle yapardix – bela ti?tek neyê ber dilê te, lê me li gund li hespan wilo dikir”.
Dotira rojê ew camêrê Tirk di ber balbata Kurd re derbaz dibe, lê silavê nade wan û madê xwe tir? dike. Jina yê Kurd fahm dike ku mêrê wê ti?tek ne li cîh yan kiriye, yan jî gotîye.
Radibe ji mêrê xwe re dibê:
” Kuro te çi kiriye ku ew camêr û jina xwe silavê nadin me û ji me xeyîdî ne?”
Yê Kurd ji jina xwe re dibêje:
“ Min gotê benzetmek gibî olmasin biz atlara boyle yapiyordux. Ma çi di vê de heye bavo”.
Jina wî:
“Kuro xwedê belayê nede te, ne te ew kiriye ?ûna hespan”.
Mêrê wê dibê:
“Ne min jê re got benzetmek gibî olmesin. Vêcar çima xwe dixeyîdîne keçko!”
More Stories
Aha îcar Cewlikîyan kêf kir
Xalê me Zekerîya tir ji Kemalîstan berda
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk