Dawidê me zora serhi?kîya Tirkan dibe

Filmê derhênerê Kurd Mano Xelîl di mehekê de, be?darî 3 festîvalên navnetewî dibe, li festivala filmên Amazighi li Agadîr a Maghrêb, li Pusan a Korêa Ba?ûr û li Îrlanda tê tema?ekirin.

Pi?tî du salên ?erê dewleta Tirk li dijî filmê “Davîdê Tolhîldan” ê derhênêr Mano Xelîl ku bi eslê xwe ji Kurdistana Ba?urê biçûk e, mediya Tirk jî dest bi genge?iyê li ser mijara Film kir.

Di roja 15 meha Îlonê de rojnamevana rojnama tTrkî a bi nav û deng “Taraf” Songul Miftakhov hevpeyvînek dirêj bi derhênerê film re çêkir û li ser mijara film û li ser pirsa ji bo çi hikûmeta Tirk ?erê filmê “Davîdê Tolhildan” dike, bi firehî hat axivtin.

Weke ku tê zanîn, hikûmeta Tirk herdem dixwest ku dengê film bibire û li her cihekî ku film lê dihat nî?andan, dewleta Tirk nerazîbuna xwe ?ani dida. Pir caran bi ser neket, lê mixabin tenê li du cihan hikumeta Tirk bi ser ket. Beri du salan li Yekîtiya Emîratên Erebî film ji festivala Abu Dhabî hat derxistin û berî salekê li festîvala Singapura jî ev mesela hat dubarekirin.

Lê her ku hukumeta Tirk ?erê film dike, wilo ev film li dinyayê belav dibe. Filmê “Davîdê Tolhildan” heta roja îro li bêhtirî 30 festîvalên navnetewî hatiye tema?ekirin û 4 caran li kenalên Televizîonên Europî hatiye we?andin.

Werhasilî kelam, Dawido, ango Dawidê ku tola Kurdan ji cewrikên Asenayê distîne, serî natewîne û bi berxwedana xwe zora serhi?kîya Tirkan dibe.

De xwedê xêra Dawidê nîv Kurd û nîv Swîsrî qebûl bike û xwedê teala 70 horîyên bihu?tê bike qismetê wî û Mano Xelîl rebbî…

About The Author