Hezar carî ser xêrê be!

Kilîlîlîlîlîlîlîlî!…
Kilîlîlîlîlîlîlîlî!…
Ser xêrê be!
Hezar carî ser xêrê be!
Kê digot Kurd nabin ti?tek?
Kê digot Kurd ji film û televizyonvaniyê fahm nakin?
Kê digot Kurd ji sîtkomê fahm nakin, hihi! Kê digot, kê?
De herin qûna xwe li avê xin loo! Îcar Kurd ji sît-komê fahm nakin…
Welleh fahm dikin û bal gibi jî fahm dikin.


Wa ye ?ore?gerê bêhempa, stand-upê nîvkomîk û zimankin, nîvrew?enbîr û entelgulover Mûrat Batgî ket bin vî barî û ev tir ji we û keran re nehi?t.
Baweriya we bi rebê alemîn hebe, camêr dike bi Kurdî sît-komekê ji bo TRT6 ê çêbike, hê li tu deverên dinyê sîtkomek bi vî rengî û bi vê ecêbê nehatiye çêkirin; ku hatibe çêkirin jî, hê di tu televizyonan de nehatiye we?andin. Lê haya min ji televizyonên dewletên Efrîka ba?ûr û Asyaya navîn tune ye…
Xêr û guneh ne di stûyê min de, Hecî Ezîz got, Mûrat li ber deriyê lîseya Galatasarayê ji bo raya gi?tî û çapemeniyê daxuyaniyek daye û di daxuyaniya xwe de gotiye, gelek lîstikvanên Hollywoodê xwestine di vê projeyê de cî bigrin, lê ji ber ku bi Kurdî nizanibûn, min xwestek û daxwaza wan nepejirandiye. Heta yên wek Jim Carrey, Jack Nicholson, Deni Devito, Edi Murphy, Pamela Anderson, Julia Roberts û Angelina Joli xwestine bê pere di vê projeyê de bilîzin, lê min ji wan re gotiye; malefesss, ev proje projeyek gelekî girîng e û her wiha TRT6 kesên ne Kurd di nav vê projeyê de naxwaze. Heta min wan ji paxîla xwe xistin, çavên min rijiyan, zik li min nepixî û qûn li min ?eliqî…
Heger ev sîtkoma me, di reytîngan de rêzefilmê “Fatmagul’un sûçû ne? Sûcê Fatmagul Çiye?” derbas neke, ez nema derdikevim nav zilaman û bila ti?tên ku hatiye serê Fatmagul bê serê min jî…
Werhasilî kelam, Hecî Ezîz dibêje, Mûrat ekîbek pir xurt saz kiriye û bi vê ekîbê Mûrat dixwaze baskê xwe li esmanên hefta bixe.
Li pey van agahiyan, Hecî Ezîz devê xwe xist guhê min û bi dizî ji min re got, ma tu dizanî, muzîka fîlm jî Mehmet Atli amade dike. (Tiro mane ew jî li dijî TRT6 ê bû û dernakeve tu bernameyan jî!)
Di xatirxwestinê de got suprîzek diduyê din jî hene, lê ez ê dawî wan ji te re bêjim. Min jî got ji bo van agahiyan rahmet li dê û bavê te û merivantî jî heqê te û em ji hev veqetiyan…
Gelî Kurdên hêja û bi rûmet, nehêlin tu kes we bixapîne û kesên nehêja pîvazek xerabe jî daneynin ser serê xwe.
Êdî hûn ne siwarê hespê boz in!…
Stenbol

About The Author