Hêvî Heye

Di nav hengameya qewmîn de, hi?ên dûr diçe kûr diçe û pi?tre gava li xwe dialiqin, pirsa, “Rojên tirsê yên re? û tarî gelo bi dawî tên? Jiyana ‘normal’ ti?tekî çawa ye?” tê li ser zimanê min dimîne û bi lêva min dizeliqe.

Bêhemdê min çavên min dadikevin behra xeyalan û di navbera çend kêlîyan de kurtejiyana min weke xelekekê di ber çavên min re derbas dibe.
Ax û keserên jiyaneke ji kirasê tirsê, ji derbiderî, dûrî, kovandarî û janan…
Di medyayê de bi awayekî gelekî berfireh tê vegotin: diyalog, li ?ûna çekan axaftin, muzakere, li beramber gotinên nêzî hêviyê, nêzî jiyanê; a?tî…
Ez qet dirêj nakim…
Tenê bi gotinekê dikarim vê bêjim, li cihê hêvî hebe û hêvî ge? bibe her ti?t mimkûn e…
Xwedê bike, careke din li ser vê axê bêhna barûtê neyê û ciwanên terotol nekevin axê…
Vê carê bi min wisa tê, em nêzî vê xewnê ne, in? ewrên re? bi abadînî dê ji ser asîmanê sayî yê welatê me biçin.
Di nivîsa bê de ez ê nêrîna xwe li ser pêvajo, pirsa kurd, agirbestê û kampanya ‘zimanê dayikê’ binivîsim…
Vê gavê tenê gotineke min heye: hêvî heye!
Erê erê hêvî heye, ma ku hêvî hebe em nêzî ‘jiyanê’ ne.
Ji bo wê jî ez dibêjim, a girîng ew e ev ‘jiyan’ bi rengê me be; wek nimûne, her kurd ji mala xwe dest pê bike bi kurdî bijî, malperên kurdan dest bi we?ana kurdî bikin, tv û radyo gi? bibin kurdî wê demê ‘kampanya’ herî durist dê bête pêkanîn…
De serkeftin ji we re!
Ma dem hêvî heye, kurdî jî bi hêviyê xwe? e û bi wate ye ma ne wisa ye?!
Heta gotara bê, bi hêviya hêviyên xwe?tir!
Ömer Dilsoz / Yüksekovahaber

About The Author