Ê wan ji wan re dimîne…

Çapemeniya tirkî çapemeniya qe?mera ye. Pir caran ew ti?tekî dibêjin, qûna wan ti?tekî…

Ya nizanin çi dibêjin, ya jî nizanin peyva ku ji nav lêvên wan dipeke bi ku ve dihere. Bi kurtasî devê wan û qûna wan yek e.

Ya wan mejiyê kera xwarine û xwirifîne, ya jî kera mejiyê wan xwariye û ew bê mejî hi?tine.

Li ser qenepê bi dev veketîbûm û min li televizyonê tema?e dikir. Li ser ekranê dîmenek derket û li ser dîmenê keçikeke bejinziraf, biborin, nahlet li derewan bê. Keçik rûni?tkî bername pê?kê? dikir, lewma jî nizanim bejinziraf an bejinqalind bû.

Werhasilî kelam, xanimê nûçe radigihand me û digot bala xwe bidin vê ecêbê. Fla? û hezar carî fla?!…

Dîmena jineke Filistînî û le?kerekî ?srailî li ser ekranê xuya dibû. Çavê jinê girêdayî bû û xwe spartibû dîwêr. Le?kerê ?sraîlî jî li dora wê ligel muzîkê dida lotik û çirvîtkan. Lê Xwedê heye, camêr bi awayekî serkeftî direqisî; salên borî di bîra min de anî kûçikbavo. Ez çûm ?anzdeh saliya Sîbel Canê…

Pê?kê?vana me bi zimanekî tund le?kerê ?sraîlî ?ermezar dikir. Digot; Ev wah?et e. Ev hovîtî ye. Ev î?kence, kesên rehm û wijdan pê re hebe, nake. Ma mirov bi jineke hêsîr van ti?tan dike. Û hezar û pêncsed ti?tên din…

Guriyo navê min li te û kumê min li serê te!
Say?in TC. ordusu, Kurdan dikuje û bi asîtan wan dixe halekî ku neyên naskirin, ne ?erm e…

Sayin TC. ordusu, Kurdan dikuje û wek termê mirî?kan wan li hev dicivîne û lingê xwe datîne ser wan û bi awayekî fotojenîk wêne li ser wêneyan diki?înin, ne ?erm e…

Sayin TC. ordusu, ?ervanên jin dikuje û xwe dike qurbana wan û bi mirîtî dest davêje wan, ne ?erm e…

Sayin TC. ordusu, ?ervanan dikuje û bi werîsan wan davêje pey mekînan-trimbêlan û wan bi xwe re diki?ki?îne, ne ?erm e…
Sayin TC. ordusu, gû bi Kurdan dide xwarin, ne ?erm e…
Sayin TC. yasalari, di girtîgehan de dema dayikek bi lawê xwe re bi kurdî diaxife, zimanê wê li destê xwe digerîne, ne ?erm e û ev ?erm e, hihi?

Ji we re adet e û ji xelkê re qebhet e!
Ez ê dîsa devê xwe xera bikim û bêjim; Weyla min di dê û ?e? xwehên we û wijdanê we niyho, lê ji ber xwe û we ?erm dikim!?
Ez çapemeniya Tirko dispêrim ba?çawî?ê xwe. Tu û wijdanê xwe. Tu çi cezayî li wan bibirî, ez qebûl im.

About The Author