XES

  LACTUCA  LAÎTUE

Xes hê?înhatek (nebatek) ji malbata  beybûnan tê hesibandin. Dikakek hem yek salane, hem jî pirsalane ye. Belgên xesê kesk û dirêj in. Kulîlkên wê zer in. Bibizirê xwe zêde dibe. Bizirê wê re? an jî re?esmer in. Dema tê jêkirin ?îrek spî jê tê. Gellek cûreyên wê hene. Lê di bingehê de dibin çar malbat.Wek cûreyên cemedî, romen, xingilok û yên belg rûnane. Ji alîyê rengan de jî rengên sor, spî, kesk, zer, binev?î û hwd. Xes dikakek (zerzewat) çandinîye û ji bo xwarinê tê çandin.

Dervayî yên çolî 44 cûreyên wê tên çandin. Bi tenê li Almanya çandinîya 30 cûreyan tê kirin. Ewropî ji hemiyan re dibêjin “ Salat “. Wek salata serik, salata cemedî, salata romen, salata xingilok û hwd. Lê babeta me xesên adetî ne ku li welatê me tên çandin.

Welat û dîrok:  Welatê xesê  bakurê Amerîka, bakirê Ewropa û derdorên Derya Spî ye. Ji wan deveran belavî welatên din bûye û li hemi deverên dinyayê  tê çandin, dikakek herî zêde tê xwarin e. Tenê li Almanya di salê de 75. 000 ton tê xwarin. Dîroka wê ba? nayê zanîn, lê di dewran û rojgara ( çax-dewran) navîn de di baxçan de ji bo xwarinê dihat çandin. Cara pê?în resma wê û qala wê di sala 1586 de ji alîyê Leonhart Fuchs ve hatiye kirin.

Berhevkirin: Xes dema digehê tê berkevkirin. Ji ber ku pi?tî jêkirinê temenê wê heta 8- 12 rojan e, bi tazetî li cem xwarinan wek salate an jî pêxwarin tê bikaranîn û bi xavî tê xwarin.

Têdahî: Cûreyên proteîn, rûn, naîsîn, cûreyên karbonhîdrat, fîber, sodyûm, magnezyûm, fosfor, potasyûm, fosfor, kalsîyûm, hesin ,vîtamîn A, B1, B2, C, D, E.

Kêrhatî: 1- Kerbê ( hêrsê ) aram dike û bêxwewîyê hiltîne. 2- Dilkutên ji hêrsbûnê tên ji holê radike. 3- Xwesteka zayendî ( cinsî –seksî) ya zêde kêm dike. 4 – Qebizbûnê hiltîne. 5- Asta ?ekirê xwînê dadixe. 6- Ji bo xwe?kirina memikên bawesîrî bikêrhatî ye. 7-  Xwînê pakij dike û givirandinê sanahî (hêsan) dike. 8- Destavê vedire?îne. 9- ?îrê dayikan zêde dike. 10- Ketinên kincan tekûz dike û ê?ên wan kêm dike. 11- Zixta (tansîyona) bilind dadixe û ji bo kesên bêxwewîyê dikê?in pir ba? e. 12-  Li hember têrnekirinên mêlak (kezeb-cergê re? ) xalik (fatere?k ) û zerikê bandorek erênî heye.

Gotinên pisporan: Di derbarê  xes ê de piranîya wan hem fikir in û dibêjin: “ Ji alîyê kalsîyûm,  vîtamîn A û C de dikakek zehf dewlemend e. Vîtamînên B, D, E,  mîneralên hesin, sodyûm, sifir (paxir) îyot, fosfor, çînko, di hundirê xwe de dihewîne. Xes tansîyona bilind dadixe. Ji ber bandora xwe ya aramkirinê, ji bêxwewîyê re ba? e. Ketinên kincan tekûz dike û ê?ên wan kêm dike. Î?tahê vedike û givirandinê sanahî dike. Ji bo dûrxistin û avêtina madeyên xisardar ên di bedenê de dibe alîkar. Ji bo kezeb, xalik û zerikê ba? e. Sîngê nerm dike û kuxikê dibire. Ji bo nexwe?ên ?ekir bikêrhatî ye”.

Xes bi taybet ji bo zaroyên ku di demên zeximbûnê de ne pir ba? e û wan zûtir zexim dike. Çerm ?idiyayî û xwe?ik dike. Heke xes bê heri?andin û li ser pirzik û kwînêran bê danîn, wê kwînêran bigehîne û pirzikan jî ji holê rake. Heke ava xesê bê giva?tin û li rû bê xistin, wê çermê rû xwe?ik bike.

Bikaranîn: Xes tenê bi xavî li cem xwarinan wek salate an jî pêxwarin  tê xebitandin.

About The Author