Ê me em ji kezebê dixwazin kaka

Li ser bextê gendel û bertîlxurên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê germik û nermik, kilê çavê kakacanan, xortê porwe?yayî û serokwezîrê me Berhem Salih, hevpeyvînek qerase daye televizyona SBS...

Li ser bextê gendel û bertîlxurên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê germik û nermik, kilê çavê kakacanan, xortê porwe?yayî û serokwezîrê me Berhem Salih, hevpeyvînek qerase daye televizyona SBS a Amerîkî.  Canekem di derbarê serxwebûna Kurdistanê de axîn û keserek kûr ki?andiye û gotiye “Ez pir ji dil dixwazim Kurdistanek serbixwe bibînim kaka, lê çi fêde, mesele ne ew e ka em çi dixwazin, mesele ew e çi ji meriv tê ew bê kirin” û lotikek avêtiye û kelogirî bûye.

Her bijî kaka can! Em zanin ku qesta te tenê ba?ûrê Kurdistanê ye, lê dîsa jî xem nake, her bijî!

Çi ji meriv tê ti?tekî din e, lê hema gotina xwe? xwe? e. 

Lê em Lotikxanecî jî dixwazin haaaaa, ne tu tenê dixwazi.

Ê me em ne ji dil, em ji kezeb û gurçikan dixwazin kaka. Em ji kezeb û gurçikan û hetta ji rovî û rovîtirtirkan jî serxwebûna Kurdistanê dixwazin ellawekîl. Ji dil xwestin rehet e baba, herkes kare ji dil bixwaze, mesele ew e ku meriv ji kezeb û gurçikê jî Kurdistanek serbixwe bixwaze.

Yan na?

Hewlêr

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • R.Sitav
    6 Oktober 2010 at 11:18

    Wey mala te ava rêzdar Mihemed Soran.. Erê erê, bi dil e bi dil.!
    Kekê min ma, çima tu mirovan dikî $ikê/gumanê.!
    Dest xa$/xwe$ kekê, rast î gelkî kenîyam jî.! Aha, sedema kena min.? Ez nebêjim rêzdar.!

  • Nisebînî
    14 Oktober 2010 at 23:01

    Biji serok apo! û hûn tevde sax.

    Encex Serok Apo, Mezin Apo, Serokê ser erd û binerd Apo me xwilas bike, ma ne wilo ye xaltîka fato?

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...