Ê me em ji kezebê dixwazin kaka

Li ser bextê gendel û bertîlxurên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê germik û nermik, kilê çavê kakacanan, xortê porwe?yayî û serokwezîrê me Berhem Salih, hevpeyvînek qerase daye televizyona SBS a Amerîkî.  Canekem di derbarê serxwebûna Kurdistanê de axîn û keserek kûr ki?andiye û gotiye “Ez pir ji dil dixwazim Kurdistanek serbixwe bibînim kaka, lê çi fêde, mesele ne ew e ka em çi dixwazin, mesele ew e çi ji meriv tê ew bê kirin” û lotikek avêtiye û kelogirî bûye.

Her bijî kaka can! Em zanin ku qesta te tenê ba?ûrê Kurdistanê ye, lê dîsa jî xem nake, her bijî!

Çi ji meriv tê ti?tekî din e, lê hema gotina xwe? xwe? e. 

Lê em Lotikxanecî jî dixwazin haaaaa, ne tu tenê dixwazi.

Ê me em ne ji dil, em ji kezeb û gurçikan dixwazin kaka. Em ji kezeb û gurçikan û hetta ji rovî û rovîtirtirkan jî serxwebûna Kurdistanê dixwazin ellawekîl. Ji dil xwestin rehet e baba, herkes kare ji dil bixwaze, mesele ew e ku meriv ji kezeb û gurçikê jî Kurdistanek serbixwe bixwaze.

Yan na?

Hewlêr

About The Author