Fatê were dawetê

Reşoyê Darî

De werin li vê sosreta kesanedî binerin û xwe neşeniqînin.

Li gora televizyona CNN Turk ragihandiye, şaredarîya bajarê Mêrdînê biryar daye ku 15 keran ji Îtalya bîne û wan wek “tîmên taybet yên beledîyê” bide xebitandin, zibil û sergo bi wan bide kişandin. Dibêjin ji bo ku şaredarê Mêrdînê M.Beşîr Ayanoglû perê zêde nede karkirên beledîyê, dixwaze bi mesrefek hindik 15 kerên Îtalî wek karkir bîne Mêrdînê û bide bin dûvê wan.

Bi şeş telaqên jinberdanê te kir tirrrrrrrrrrrrrrrrr sayin Ayanoglû!

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê yên li bajarê Mêrdîn, Qoser û Nisêbînê be, dibêjin Ayanoglû gotiye ku “em li keran digerin lê mixabin ker peyda nabin. Ji ber vê, em mecbûr mane xwe muhtacî kerên Îtalya bikin û wan bînin têxin bin xizmeta Mêrdînîyan” filan û fîstan.

Dibêjin halî hazir şaredarîya Mêrdînê 48 kerên şuxulker wezîfedar kiriye û ew reben di wan kuçe û kolanên teng de gû û rêxa Mêrdînîyan hildigirin, nahêlin bêhna zibil ji Mêrdînê bifûre. Lê xuyaye Mêrdînîyên me hingî zêde ji zibil hez dikin heta ku şaredar Ayanoglû hewcedarî bi 15 kerên din dîtiye. Ango, 48 ker têra pakkirina zibil û rîxa Erebên Mêrdînê nakin, wek teqwîye jî îcar dixwazin 15 kerên Îtalî ( ji tîmên taybet) têxin bin xizmeta Erebên qûnmezin.

Hûn dibînin ne?

Kuro oxlim, ma ker li Kurdistanê qeliyane hûn xwe muhtacî kerên Îtalî dikin hey nizanim çi!ş Law ma li Kurdistanê ji keran pirtirş Cerdevan hene, sîxur û xwefiroş hene, bêşexsîyet hene, Kurdên çeqilmast hene, hene û hey hene. Ma ka ji van keran zêdetir ker hey xwelîser!

Yan ma hûn nizanin ku li başûrê Kurdistanê “Partîya Kerên Kurdistanê” heyeş Serî li Partîya Kerên Kurdistanê û serokê wê Omer Kilol xin babam, wî! Qe nebe bela kerên Kurdistanê di xizmeta şaredarîyên xwe de bin law, ma kerên Îtalî çi ji Kurmancî, Mehelmî û Tirkî fêhm dikin ha!

Mêrdîn

About The Author