Rew?enbîr

Xalê me sosyolog Îsmaîl Be?îkçî, vê carê lotikên qerase li nivîskarê Kurdistan Postê Hasan Bîldîrîcî xist û çewal xist serê wî. Xalê Be?îkçî herweha berê tîrên xwe da PKK û BDP jî û lotikek li wan jî xist.

Hûn zanin, xalê me Be?îkçî (ez herdu gunikên wî bixwim) jiyana xwe da doza milletê Kurd û ji ya xwe nehat xwarê, serî li ber dewleta virqo dananî û heta bi îro jî doza mafê Kurd û Kurdistanê dike.

Be?îkçîyê me vê carê berê derzî û ?ûjinan di Hasan Bîldîrîcî û pi?tre jî di PKK û BDP de radike û di nivîsa xwe de dibêje „Hasan Bîldîrîcî lotikên zêdeyî bejna xwe davêje. Nivîsên ku di derbarê Kemal Bûrkay, Umît Firat, Orhan Mîroglû, Muhsîn Kizilkaya û kesên wek wan de nivîsandine ne nivîsên rexneyî, lê nivîsên heqaretwarî û êrî?karîyê ne. Ev jî ne layiqî kesên rew?enbîr in cîgerim“ û dûdirêj dike.

Xalê me Be?îkçî, pi?tre tê ser lotikên PKK û BDP û dibêje „Belê, divê PKK bê rexnekirin, ne ku hema tenê pesnê wê bê dan. Ti?tê ku PKK bi pê?de bibe û wê bîne ser rêya îmana Kurdayetîyê rexne ne. Bi ?ahîkkirin û qurban û heyran PKK bi pê? de naçe û serketinên mezin bi dest naxe babam“ û hespê xwe dajo.

Xalê me Be?îkçî, rola gerîlla bilind dinirxîne û dibêje ku „gerîlla di pê?debirina doza Kurd de rolek erênî lîztiye, lê ev nayê wê wateyê ku divê PKK neyê rexne kirin“.

Xalê Be?îkçî, ?ûjinên çewalan di PKK û BDP de radike û dibêje „Ez virde wêde nizanim babam, divê berî her ti?tî PKK di nava xwe de a?tîyê pêk bîne, têkilîyan bi rêxistin û dezgehên sivîl yên Kurd re deyne û heta navbera xwe û Kurdên li derveyî PKK xwe? neke, nikare bi dewletê re jî a?tîyê pêk bîne. Bi dîn û îman heta PKK rêxistinên Kurd pi?tçav û pi?tguh bike û tenê bi rêxistinên çepên Tirk re hevkarîyan bike, wê nikaribe destketinên berbiçav jî bi dest xe“.

Xalê me Îsmaîl Be?îkçî, lotika dawî li BDP dixe û dibêje „Erê lo, BDP îro doza xweserîya demokratîk li dewletê dike. Lê heta BDP ji Îmralîyê xweser û azad nebe, pêvajoya xweserîya demokratîk bi ser nakeve ellawekîl“ û

Werhasilî kelam, xalê me Îsmaîl Be?îkçî ji gellek Kurdên qûnre? xîretkê?tir û binamûstir e. Ew rexneyan bike jî her ji bo xêra Kurdan dike. Lê Be?îkçî tucarî dijminatîya doza Kurd nekiriye, nake û pi?tî vê seetê wê neke jî.

Xwezî temamê rew?enbîrên Kurd jî wek Îsmaîl Be?îkçî xîretkê? bûna û xwedî li doza Kurd û Kurdistanê derketina û hew.

Destê xalê xwe Îsmaîl Be?îkçî radimîsim û dibêjim:

-Wey Kurdên xwefiro? bi qurbana ferek gunikê te bin rebbî!

Amed

About The Author