?eytan bi me keniya

09.10.2010 lotikvanê me Lezgîn ?êxo telefonî min kir û got “Wa Bedirxanê tê, xwe hazir bik emê herin Bottropê Fûara Pirtûkan a Komkarê”.

Ez jî nuh ji xew ?iyar bûbûm, wek kesê ku ji kerê ketibe westiyayî û çavlixew bûm. Pi?tre Lezgînê me bi rêya telefonê got “Têkeve înternetê, navnî?ana fûarê binivîse û dakeve ber devê derî”. Ez jî bi xar (bi lez) ketim înternetê, min navnî?an nivîsand û min înternet girt, derketim devê derî, em li kera Bedirxan siwar bûn, ya alla û ya xwedê me berê xwe da Bottropê Fûara Pirtûkên Komkarê.

Axir, pi?tî qederekê em gihan ber devê derî. Yabo ne pêjna insanekî li wan deran tê, ne jî pêjna mi?k û pisîkan. Halla hallaaaa ya siphan alla!

Yaw navnî?an rast e, em berê jî wê salonê nas dikin, gerek fûar seet li 13.00 dest pê bike, wext derbas bûye lê ka be?dar? Ka mêvan? Kesek tune. Em hersê jî (ez, Lezgîn û Berdirxan) ji kerê de ketin lo. Wek tu cêrek ava cemidî bi serê me dake.

Werhasil, pi?tre Bedirxan telefonî Fetah xoce kir û sedema fûarê û nehatina insanan kir. Xoce li alîyê din di bin simbêlan re dikene û dibê: “Kuro fûara çi xwedê jê razî? Ma ne fûar 15ê mehê de dest pê dike, îro 9 ê mehê ye bavo, ma ?eytan bi we keniyaye?” û lotikek li me hersê Mêrdînîyan xist.

Erê lo. Me hersêyan jî li wextê fûarê nenerî bû. Ji me weye ku fûar 9ê mehê ye û me wek mirî?kên gêj berê xwe dabû bajarê Bottropê kuro!

Axir canim, tab û çûna me bertelef neçû. Me li wir Fatah xoce û mêvanê wî ?êxê Êzîdîyan jî dît, me qehweyek bi hev re vexwar û bi vê minasebetê me sersaxî ji Fetah xoce re jî xwest ji ber ku apê wî çûbû ser heqîya xwe.

Ez serê we neê?înim, Fetah xoce îcar behsa serpêhatîya xwe û jibîrkirina dirêjkirina wextê pasaportên xwe kir. Rebeno feleka ku hatibû serê wî nehatibû serê mi?k û maran. Tu nabê dema ew û zarokên xwe bi trimbêlê diçin welêt, li welatekî Balkanan dinerin ku wextê pasaportek wan xelas bûye. Polîsê gumrukê wan bi pa?de vedigerînin û rebeno 800-900 kîlometre belasebeb virde wêde dajo, ji me xerabtir tê serê wî. Pi?tî mesela Fetah xoce, kêfa me bi halê me hat û me di dilê xwe de got “oxxxxx, naxwe ne em tenê ji kerê de ketine, yên ji me xerabtir jî hene” û bêhna me hinekî fireh bû.

Werhasilî kelam, Fûara Pirtûkên Komkarê ?eytan bi me kenand kaka.

Fûar di 15-16-17.10.2010 an de li Saalbau Bottrop, Droste-Hülshoff-Platz 4, 46236 Bottrop“ dest pê dike gelî xwendevanan. Hûn jî wek me ji kerê de nekevin û berî wextê xwe berê xwe nedin bajarê Bottropê.

Di fûara îsal de kesên wek Kovan Amedî, Kemal Burkay, M. Emin Bozarslan, Cengiz Çandar, Hesen Silêvanî, Y?lmaz Çaml?bel, Hilal Kaplan, Y?lmaz Odaba??, Yelda Karata?, Edîp Çelkî, Hesûn Cewar, Ho?eng Broka, Hadî Baba?êx, Bilîk Sommer Xan, Mehsûn Qoçan, Dr. Elî Teter, Zozan Sadeq Saeed, sîxurên Lotikxanê û gellek kesên din be?dar dibin.

Îcar hûn diçin fûarê yan naçin ji xirrê ?emoyê Mitirb ve cîgerim..

Almanya

About The Author