Xezeba Tirko…

Pê?baziyek tê li dar xistin. Pê?baziya jêhatîbûnê. Pê?baz jî MÎT a Tirkiyê, MOSAD a Îsraîlê û CIA ya Emerîkayê ne.

Roviyekî zexel bera nav daristanê didin û bi dor her sê pê?baz ji bo girtina rovî bi hev re dikevin pê?baziyê.

Ewil CIA ya Emerikayê dikeve pey rovî. Li nav wê daristanê tûj û belav dibin. Di hundirê 18 deqeyan de rovî digirin û tînin.

Rovî dîsa berdidin û rovî di nav daristanê de ji ber çavan winda dibe. Vê carê jî dor tê MOSAD a Îsraîlê. MOSAD amadekariya xwe dike û xwe bera nav daristanê dide. Ew jî di 20 deqeyan de rovî digirin û tînin.

Dor tê MÎT a Tirkiyê. Rovî bera didin û MÎT dikeve pey rovî. Deh deqe derbas dibe, deng nayê. Bîst deqe derbas dibe, deng ji MÎTê nayê. Nîv saet, saetek, saet û nîvek derbas dibe, deng ji MÎTê nayê. Pi?tî du saetan endamên MÎTê ri?m xistiye stûyê fîlekê û li pey xwe wê diki?ki?înin û tînin.
Herkes ?a? û metel li wan û fîlê dinêrin. Rebena fîlê ri?m di stû de deng jê dernakeve. Ji lêdanê bi zorê li ser lingên xwe diedile.
Dibêjin: “Ev çî ye? Ka rovî? Me go rovî, me ne go fîl.”

MÎT ji wan re dibê: “Heger hûn bawer nakin ji fîlê bipirsin.”
Rebena fîlê dibê: “Bi Xwedê û pêxember, bi her sê telaqên jinberdanê ez rovî me.”

About The Author