Cerdevanê TRT ?e?ê!

Ajansa F?ratê li ser amadekariyên sîtkoma Murat Batgî nûçeyek we?and û ew da ber lotik û zîtirkên kesanedî. Ajansa navborî di nûçeyê de balê diki?îne ser daxuyaniya ku Batgî têde gotibû, ‚kesên ji TRT ?e?ê re bixebitin cerdevaniya çandê dikin‘ û tifa wî pê da alastin. http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=34398

Berî niha çend caran di lotikxanê de jî ji bo hewldanên wî yên standina karê TRT 6ê nivîs hatibûn nivîsandin û heta çendek berê jî li xwe mikur nedihat û Murat Batgî ev red kir. Lê niha bi nûçeya ajansa Firatê re tûrikê wî yê qerf û henekan bi serê wî dakirin û ji aliyê rêxistinê ve bêxwedî ma.

Ew niha jî ji neçarî dibêje; ‚Oxlim hûn çi dibêjin, vaye ez ji TRT ?e?ê re kar dikim û heçê nexwaze ku ez ji vî karî nan bixwim û bibim efendiyê vê pîyasê jî xayîn û cerdevan e‘.

Wek Lotikxane ji ber ku agahiyên nav nûçeyê tûj û dijwar in, em naxwazin zêde Batgî li vir cardin biê?înin. Dîsa ger were ji Lotikxanê lêborîna xwe bixwaze û hewl bide ku heta mirinê ji Kurdî pê ve bi tu zimanekî din nepeyive, emê wî efû bikin!

Heke Batgî rabe ji nû ve li ber lîseya Galatasarayê daxuyaniyek nû bide û bi helwestek demokratîk û a?tiyane tifa xwe bialêse, em bawerin ku wê tu pirsgirêka wî bi tu kesî re nemîne. Ji me gotin, êdî ew bi qîma xwe ye. Kî çi dike bixwe dike ma ne wisa ye gelî lotikvanan…

About The Author