KCK vê carê îman li mesela zimên çikand

KCK vê carê lotikek pîroz avêt û li ser girîngî û pêwistîya zimanê zikmakî, li ser zimanê Kurdî rawestîya. Komîta Ziman û Perwerde ya KCK konferansa xwe ya yekem pêk anî û di derbarê zimanê Kurdî de biryarên qerase, biryarên germ û nerm girt. Ji seranserê Kurdistan û Ewrûpayê 60 lotikvan be?darî konferansê bûn û bi hev re çay û qehwe vexwarin.

Di vekirina konferansê de cîgerim Mûrat Marêre? axavtinek xwe? kir û got “Cîgerno, ziman her ti?tê millet e, qedexekirina zimên ê?kencekirina millet bi xwe ye. Bi taybet pi?tî sala 2000 î me bi awayekî stratejîk giranî daye ser xebatên zimên” û lotikek avêt.

Serokê Qendîlê Marêre?, pi?tre lotikên ji ?orba ?îr xwe?tir avêtin û got „Divê herkes di her qadê de zimanê Kurdî bi kar bîne. Em ne mecbûr in ji bo bikaranîna zimanê xwe destûrê ji kesekî bixwazin babam. Wê gelê me bi bikaranînê zimanê xwe pê?de bibe. Kesên ku bixwazin bi Kurdan re rûnin, pêwist be bela ji xwe re wergêran bigrin“ û da bin dûvê asîmîlasyonê.

Komîta Ziman û Perwerde ya KCK, di encamnameya xwe de da zanîn ku ewê di bin navê TZPK (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê) xebatên zimên berdewam bikin û vê tirrê ji zimanê Tirkî re nehêlin. Komîtê herweha destnî?an kir ku divê Akademîyên Zimanê Kurdî bên damezirandin û akademîsyenên zimanê Kurdî di navendekê de bên cem hev, zimanê Kurdî pê?detir bibin.

Lotikvanên konferansê biryarên pir maqûl girtin û bawer bikin biryarên wan ji ?orba nîskê û tir?ika fasûlyan jî xwe?tir in.

Wek mînak:

–         Ji bo qûnlêqetandina asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê, divê li Kurdistana xweser zimanê jiyanê bi Kurdî be. Divê zimanê dikandarî, bazirganî, xwendin û nivîsandin, xwarin û vexwarin, navê tabelayên dikanan, zimanê dan û stendinê û hema bêjin di her rabûn û rûni?tinê de bi Kurdî lotik bên avêtin. Gava yekî biyanî hat Kurdistanê, divê tê derxe û pê bihese ku hatiye welatê Kurdan. Divê gavên ku ji bo perwerdeya zimanê Kurdî hatine avêtin berdewam bibin.

–         Di perwerdeya zimên de rola akademîyan pir e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên zimanê Kurdî divê akademî bên vekirin, li gora derfetan li çend cîyan akademîyên ziman, perwerde û edebîyata Kurdî bên vekirin. Ev akademî herweha karibe ji bo perwerdeya civakê mamosteyan jî perwerde bike, ji dibistanên seretayî heta bi zanîngehan pirtûkên pêwist amade bike.

Û gellek biryarên din…

Ez serê we bê?înim û destmalê lê girê nedim, Komîta Ziman û Perwerde ya KCK vê carê lotikek li gor dilê min avêt û xêrek bi dê û bavê xwe kir.

Xwezî bi wê rojê jî ku temamê medya û çapemenîya KCK, televizyon û her dezgehên wan, dev ji zimanê Tirkî berdin, wî zimanê ?ildim bildimî jêkin û ji devê xwe bavêjin û di ?ûnê de Kurmancîya gewrik têxin devê xwe.

Amîn!

Mexmûr

Foto: ANF

About The Author