Torinên serok Mao bûne milyarder

Ji berê de dibêjin „Hinek dikin û hinek dixwin“.  Rebenê xalê me serok Mao Zeytûn jî kir û îro torin û bermayên wî dixwin û ha dixwin, bûne milyarder û dîsa jî têr naxwin.  Yanî, torinên serok Mao bûne kominîstên kapîtalîst. Gelo xalê me Mao Zeytûn îro sax bûya wê çi nav li torinên xwe bikira ez pir meraq dikim.

Li gora lêkolîna kovara Hûrûn a Çînî, ji 20 jinên herî dewlemend ên cîhanê 11 jê jinên Çînî ne. Ango, 11 jinên Çînî îro dewlemendên herî mezin in.

Di serê lîsteyê de Zhang Yîn a 53 salî tê. Xanimê xwedîya serwetek 5.6 milyar dolar e û heta nevî û nevîçirçirkên wê sax bin jî perên wê xelas nabin. Xaltîla me Zhang Yîn xwedîyê febrîqa kaxeza ye. Kaxezên ku li ser sergo, kuçe û kolanan tên avêtin dide topkirin û wan kaxezan di febrîqa xwe de di?o, helal dike û dîsa wek kaxezên pak li bazarê vedigerîne.

Duyemîn jina dewlemend jî xaltîka me Wû Yajûn e û xwedîya 4.1 milyar dolar e. A sêyem jî xaltîka me Chen Lîhûa ye ku 69 salî ye û xwedîya 4 milyar dolar e.

Werhasilî kelam, çavê me ne di pere û serweta torinên serok Mao Zeytûn de ye.

Lê ez meraq dikim gelo wê xalê me Mao Zeytûn çi nav li van torinên xwe bikira?

Yan wê kalkê me Viladîmîr Îlyîç Lenîn çi nav li van torinên xwe yên ku îro qûna xwe bi milyon dolaran paqij dikin, bikira?

Birastî gelo wê rojekê jinên Kurd jî bibin milyarder û karibin di nava jinên cîhanê de navekî bi dû xwe xin?

Pekîn

About The Author