Cengîz Çandar tofan rakir

Wek hefta buhurî xalê me Lezgîn ?êxo telefon vekir û got “Xalo xwe hazir bike, em berê xwe didin Fûara Pirtûkên KOMKAR ê”.

Ez di ser ta?tê de bûm, zeytûn di qirika min de asê ma û min got “OK cîgerim” û min zeytûn tev li dendika wê daqurtand.

Werhasil, vê carê wek hefta berê ?eytan bi me nekeniya, em bi selametî gihan ciyê fûarê.

Hûn Kurdan nas dikin, heger destpêkirin seet di yekê de be, Kurd seet li sisiyan-çaran tên. Di vî warî se sersar û xemsar in.

Em derbasî jor bûn. Çend kesan pirtûk û we?anên xwe rêz kiribûn. Komkar, Nûbihar û hinek din pirtûk kiribûn ristik. Êêêê, ma ?ukru Gulmu? ji dawetê kêm dimîne? Na canim, xwedê jê razî hertim di serê govendê de ye. Wî jî pirtûkên xwe li qorzîyekê rêz kiribûn û çend wêneyên xortanîya xwe jî li dîwêr xistibûn, xuyaye xortanîya xwe tanî bîra xwe.

Axir, semînerê dest pê kir.

Xelîl Duhokî (Endamê Komela Nivîskarên Duhokê) dest bi semînera xwe kir û çend lotikên Behdînî avêtin, bi kurtî behsa rew?a ba?ûr û zimanê Kurmancî û Soranî kir. Xelîlê me hêvîyek mezin da me ku li herêma Behdînan xwendin û nivîsandina Kurmancî bi pê? de diçe û wê di pê?erojê de pê?detir jî biçe, wê êdî Soranekanim nikaribin çewalan têxin serê Kurmancî û Kurmancan. Birastî kêfa min pir hat ji ber ku demek dirêj bû min kek Xelîl Duhokî nedîtibû, helbet ew jî bi dîtina min kêfxwe? bûbû.

Pi?tre xalê me Kemal Bûrkay dest bi lotikên “ziman û edebiyatê” kir, behsa kevne dewletên Kurdî, dîrok û pevgirêdana wan a bi zimanê Kurdî re kir.

Pi?tî bêhnvedanê me zikê xwe bi donerê nepixand û cigareyek ki?and ser kezeba xwe, dora semînerê hat ser nivîskar û lotikvanê Tirk Cengîz Çandar.

Xalê me Cengîz Çandar behsa giringî û pêwistîya perwerdeya zimanê zikmakî, zimanê Kurmancî kir û lotikên pir xwe? û maqûl avêtin der û dorê, serê dewleta xwe pelixand û tirr ji medya Tirkî berda. Çandar bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd xwar ku “ew wek Tirkekî li gel perwerdeya zimanê Kurdî ye û perwerdeya zimanê Kurdî mafekî insanî û demokratîk ê Kurda ye”.

Cengîz Çandar ê simbêlboq, herweha behsa Kurd û Kurdistanê û rew?a îro jî kir û got ku ew di nivîsandinên xwe de bê tirs navê “Kurdistanê” bi kar tîne. Çandar pi?tî axavtina xwe ya xwe? û maqûl, xelata ?erefê ji rêvebirên KOMKARê steng û destvala venegeriya.

Ez serê we neê?înim babam, KOMKARê vê carê jî lotikek ba? avêt û navek bi dû xwe xist.

Lê donera wan jî xwe? bû haaaaaa, xwedê heye. Bi sê telaqan ne ji xwarina wê donerê bûya, belkî ez û xalê Bedirxan niha ji nêza miribûn ellawekîl.

Werhasilî kelam, perê me tunebûn em ji xwe re pirtûkan bikirin. Lê wek mesela “fêda gavanan” fêda me jî dîtina Cengîz Çandar û xwarina “doner kebabê” bû.

Almanya

About The Author