AVOQADO

 PERSEA  GATÎSSÎMA

Avoqado hê?înhatek darane, ji malbata defnan tê hesibandin. Bejna wê heta 15 – 20 m bilind dibe. Belgên wê yên kesk heta 40 cm dirêj dibin û nawe?in. Kulîlkên wê zer in, fêqîya wê wek hirmîyan e û kesk e, lê ku digehe berbi mor û re?bûnê ve diçe. Di nava wê fêqîyê de dindikek mezin û girovir heye. Nava go?tê fêqîya wê kesk, spî, kremî yan jî zer e. Go?tê fêqîya wê wek rûn e. Ji rûnê avoqado kremên çerm û rûnên ji tahrê (hetav –roj ) parastinê çêdibin.

Wilat ü dîrok: Wilatê avoqado Amerîka navîn e. Ji wir derbasî wilatên din bûye û avoqado ji cihên germ hez dike. Spanyolan bi xwe re anîne wilatê xwe, li wir çandinîya wê kirine. Ji wir jî belavî deverên din bûye. Hidûdê lê hê?în tê, ji Îsraîl, Afrîqa, Awustralya, Neuzêland dirêj dibe. Di 50 welatan de hê?în tê. Li Tirkîyê jî ji salên 1960 an de li bajarên Mêrsîn, Adana, û Antalya çandinîya wê tê kirin.  Li Kurdistanê dest bi çandinîya wê kirine an na ez pê nizanim; an jî di lêgerînan de lê rast nehatim. Lê heke bê çandin wê li germîyanan hê?în bêt. Welatên herî zêde lê tên çandin Meksîka, Brezîlya, ABD , Kolombîa, Endonêzya, Spanya û hwd

Berhevkirin: Belgên wê ji buharê heta payîzê dikarin bên berhevkirin, li ber sîberê bên hi?kkirin, hûrkirin û di firaxên cam de bên paraztin. Lê ji ber ku pelên wê nawe?in, ne hewceyî hi?kkirinê ye. Fêqîya wê dema digehe, di mehên Gulan – Êlûnê de tê jêkirin û bi teratî ji bo xwarin, krem û seletan tê xebitandin.

Têdahî:  Fosfor, magnezyûm, hesin, proteîn, cûreyên rûnan, potasyûm, kasîyûm, çînko, naîsan, paxir, asîtên folîk,  maganez, lîf, vîtamîn A, B1, B2, B3, B6, C, E, K û hwd.

Kêrhatî: 1- Kêmasîya hesin ya bedenê ji alîyê xwezayî de temam dike. 2- Enerjîyê zêde dike. 3- Dibe alîkarê xwe nûkirina çerm. 4- ?aneyan ( malzar-hucre)  diparêze û nû dike. 5- Antîoksîdanek binecîh e. 6- Sîstema xweragirînê bihêz dike. 7 –Bedenê li hember pence?êhrê diparêze. 8- Pê?îya depresyonan digire. 9-  Kolestirolê dadixe. 10- Fonksîyonên dil sererast dike. 11- Çerm ciwan dihêle û xwe?ik dike. 12-  Metobolîzma dixebitîne û sererast dike. 13- Edav (kurmîbûn) û kevirên gurçik, masane û sefrayê paqij dike û xebitîna wan tîne ser rew?a berê. 14- Ji bo nexwe?îyên dil û rehan dermanê xweristî yê herî bikêrhatî ye û hwd.

Kêrhatîyên pelgên avoqado: 1- Ji bo xistina zixtê bilind dibe alîkar. 2- Ji bo xebitîna dil gellek bikêrhatî ye. 3- Kolestirolê eyar dike û bedenê ki?t (zinde ) dike. 4-Pê?îya ketina depresyonan digre. 5- Arê?eyên rûvikên stûr ji holê radike. 6- Ji bo nexwe?îya hemorîdê bikêrhatî ye. 6- Hormonên zayendî (cinsî ) zêde dike û hwd .

Gotinên pisporan di derbarê avoqado de:  Nûman Aladax ku li welatên  Rojhilata dûr, Asya, Afrîqa û Okyanûsyayê di salên 1985- 2008 an li ser çandinîyê lêgerîn û lêkolîn kiriye, dibêje: “ Li gor tesbîtên  Mr.Aletis Corfidences “  Avoqado bi xêra rûnên hundirên xwe pê?îya kolestirola di xwînê de digire, ji bo nexwe?îyên dil û rehan (damaran ) dermanê xweristî yê herî bikêrhatî ye”. Avoqado ji bo ciwanbûn, nûbûn û zindebûna bedenê, ji bo tenduristîya kezî, (baz-qas) reh, jîyên dil û gurçikan gencîneya (xezîna) xurekî ya xweristê ye. Avoqado ji bo tevgêra metobolîzma ya ji bo rûn, protein, karbonhîtrat di asta herî bilinde xizmetê dike. Ji bo tenduristîya çavan, zeximbûna hestîyan, nexwe?îyên diran, gurçik, masane, sefra, hi?yarkirina sinîran, xebitandina xwînê, dermanê xweristî yê herî bi bandor e. Qa?ilê wê kurman dixe. Avoqado ê?, kul, brînên a?ikê qenc dike û birînan dikewîne, tîne ser rew?a berê û organên hundirîn tedawî dike”.

Di lêkolîn û ceribandinan de derketîye holê ku  madeyên nava avoqado pê?îya nexwe?îyan digire,  xwarinên bedena jinan û zarowan sîqal (li hev radigire- eyar) dike. Metabolizmê dixebitîne û eyar dike.  Herçend kalorîya wê gellek zêdebe jî, ji ber hewandina madeya “Glotathîon “ ?ane ( hucre ) parêzek bi hêz e. Dewlemendtirîn fêqîya protaînê ye. Herweha madarek zêde vîtamîn E dihewîne. Dil û çerm diparêze û tevgêra wan sererast dike. Pîrbûna hucreyan direngî dixe, bedenê ji pence?êhran diparêze. Fêqîyek ji bo jinan gellek pêdivî ye.

Bikaranîn: 1- Çayê 2- Maske 3 – Xwarin 4 -Selete 5- Av

Çaya belgên Avoqado: 2  kevçîyên xwarinê pelgên avoqado yên hi?kkirî bikin nav qedehekê û ava kelî berdin ser bila 5-8 deqîqan di dema xwe de bimîne. Pa?ê bi parzinin û vexwin. Heke belg taze bin, ji bo her qedehek avê 3-5 belgan hûr kin,  berê  3-5 deqîqan bikelînin. Heke bi hinek bexdenozê re bê kelandin wê hêj ba?tir be. Hûn dikarin bi hingiv tamxwe?tir jî bikin. Nexwe?ên ?ekir divê bê hingiv vexwin.  

Ji bo kûrê (tedawî)  rojê 3 caran 30 deqîqe berî xwarinê 3 hefteyan li pey hev vexwin. 10 rojan navberê bidinê û disan 3 hefteyan vexwin.

Maska avoqado: Avoqado spî bikin, bi kevçîyekî biheri?înin. Hinek hingiv, hinek sîrka sêvan, zerikek hêkê, 3 kevçî dohnê zeytê bi hev re ba? tevlihev bikin û li rûyê xwe xin. Bila 20 deqîqan li ser rûyê we bimîne û pa?ê rûyê xwe bi?ûn.

Xwarina avoqado: Heke gehi?tibe dindikê wê derxin, hinek hingiv bi ser dakin û bixwin. Heke ne gehi?tibe, bikin naylonekê, devê wê bigirin bila 2 -3 rojan bisekine heta bigehê.

Ava avoqado:  Avoqadoyekê spî bikin, dindika wê derxin, 1,5 lître ava fêqîyan berdin ser û di robota mitbexê de li hev xin û vexwin.

Seleta avoqado: 1 avoqado, 1 pîvaza teze, 3 ta sibit (dîl),  1 îsota sor, kevçîyek rûnê zeytê , 2 kevçîyên ava leymûnê. Avoqadoyekê spî bikin, dindika wê derxin, bi çarko?e hûr bikin, pa?ê pîvaz, sibit û îsotê jî hûr bikin ( heke îsota sorkirî be wê çêtir be), rûnê zeytê û leymûnê berdin ser, tev bidin  û pê?kê? bikin.

About The Author