Bin xwe dadigre, hîna jî nabêje bes e

Pi?tî ku Nûman Kûrtûlmû? begefendî xwe li ber “pitepita” Necmettîn Erbakan û sofîkên dora wî negirt û dev ji Saadet Partîsî berda, lotikvanên Saadet Partîsî kongreya xwe li dar xist û dest bi zîtirkan kir. Di kongreyê de sofîk û mofîkên xwedêjêstendî zilamek wek zilaman nedîtin, bi qûna xwe ne bawer bûn û rabûn dîsa tepa xwe li serê Erbakan ê 84 salî xistin û ew kirin serokê xwe.

Necmettîn Erbakan ê 84 salî!

Necmettîn Erbakan ê ku hew kare bi serê xwe here avdestxanê û derpîyê xwe ji xwe bike!

Necmettîn Erbakan ê ku hew tirr xwe tê de digrin û pi?ta wî wek pi?ta devê xûz û xwaromaro bûye!

Olan oxlim, hey nizanim çi, ma law qey zilamek bi namûs di nav partîya te de tunebû ku karibe bibe serokê we ewladim? Yanî tuyê bi vê pi?ta xûz û bêhnçikandina xwe çi xwelîyê li serê Saadet Partîsî bikî cîgerim?

Lê sûc ne sûcê Necmettîn Erbakan efendî ye kaka. Heta ku mirîd û qûnalêsên bê îrade hebin, wê kerçirênên wek Erbakan jî heta bi mirinê wek serok bimînin û hûn sax…

Amed

About The Author