Ê wî can e, ê xelkê bacan e

Serokwezîr Kasimpa?alî Receb wek canbazan li ser du ?erîtan lotikan davêje. Ji alîyekî dike qarewar û dibê “Ne ez bim kes nikare pirsa Kurd çareser bike, nûnerê Kurdan jî em in” û ji alîyê din jî ha ha êrî?î nûner û dezgehên Kurdan dike. Ne rû pê re heye, ne ?erm û heya.

Kasimpa?alî Receb dîsa rabû ser tapanan û çend lotikên Turk-Îslam sentezî avêtin, êrî?î Kurdan û BDP kir. Recebê ku li Almanya perwerdeya bi zimanê Tirkî ji hikûmeta Alman dixwaze, cilika durûtîyê dik?îne serê xwe û ji 25 milyon Kurdên bakur re perwerdeya bi zimanê Kurdî heram dibîne. Ê helbet canim, bav û kalên me belasebeb negotine “Bextê Romê tune” û “Nanê Tirkan li ser kaba wan e”.  Xuyaye Kasimpa?alî Receb nî?ana van gotina ye.

Cîgerim Receb doh-pêr dîsa êrî?î BDP û 2 milyon Kurdên ku ray dabûn BDP kir. Tam di vê dema ku navbera BDP û AKP hinekî sist bûbû û hêvîyek hebû ku bero?a a?tîyê bi hev re bikelînin, Kasimpa?alî dîsa lotikek li vê nermbûn û hêvîyê xist û niyeta xwe e?kere kir. Mêro hem li nêl dixe hem li bizmêr. Serokkomarê wî Abdullah Gul di meclîsê de pirsa Kurd wek “pirsa sereke” bi nav dike û çareserîyê jê re dixwaze, Kasimpa?alî Receb heman lotik û zîtirkan davêje, lê di emelê xwe de rasterast dijminatîya Kurdan û bi taybet jî dijminatîya BDP dike. Ma ev ne durûyî be çi ye sayin Kasimpa?alî? Ev çi lotik in lan?

Sayin sermezin Kasimpa?alî Receb ji tuneyî lotikek li BDP û 2 milyon Kurdan xist û got ku “Tu pirsgirêka me tuneye. Di dadwerîya vî welatî de hemwelatîyên me yên Kurd jî hene, hem jî di asta bilind de lotikan davêjin. Tu qîmetê rayên ku BDP stendine tuneye (BDP nêzîkî 2 milyon ray stendine lê qîmetê wan tuneye ha), BDP bi çek û xwîna PKK xwedî dibe. Ê wan çek li pi?ta wan e, ji ber vê rayê Kurdan distînin, lê yê me?” filan û fîstan.

Halla hallaaaaa ya siphan ella!

Yaw cîgerim, ê BDP PKK û 10 hezar gerîlla li pi?ta wê be, ê te milyonek esker û polîs, cerdevan, mît û ît li pi?ta te ne. Dewleta sererd û binerd li pi?ta te ye. Kîs û torbeyên meqerna û komirê li pi?ta te ne. Ma go te meqerna û komir li xelkê belav nekiriba, wê kê te bi qûna xwe paqij bikira babam?

De ka îcar bêje ha:

Kî bi xwîn û tirsê li ser pi?ta kê diçêre cîgerim?

Heger BDP bi xêra PKK li ser linga ye, tu û partîya xwe jî bi saya artê?, polîs, cerdevan, Fethûllah efendî, MÎT, ît, Ergenegû, meqerna, komir û jehr û ziqûman li ser linga ye oxlim.

Îcar gunehê kê zêdetir e gelî xwendevanan?

About The Author