Be?îkçî, Ya?ar Kaya û H.Bîldîrîcî

Malpera Kurdistan-Post serûbinî hev bû. Edîtor û nivîskarê malperê Hasan Bîldîrîcî, bi navekî sexte bersiv da rexneyên Îsmaîl Be?îkçî, xwediyê malperê Ya?ar Kaya jî bi nivîsekê bersiva Bîldîrîcî da û derî nî?anî wî da.

Pi?tî van lotikên rew?enbirî malper bê edîtor ma û xwendevanên Kurdistan-Post ê ev çend rojin dema dikevin malperê ji ber ku malper nayê rojanekirin dubare nivîsên berê dixwînin.

Her ti?t bi nivîsa civaknasê Kurdperwer Îsmaîl Be?îkçî ya ku çendek berê di rojnameya Tarafê de hat we?andin dest pê kir. Be?îkçî, di nivîsa xwe ya ku di heman demê de li ser malpera Kurdistan-Post ê jî hat we?andin, bal ki?andibû ser gelek babetên têkildarî kê?eya Kurd û herwiha rexne biribûn ser rew?enbiran jî. Hin ji van rexneyên Be?îkçî, bi taybetî li ser edîtorê malpera Kurdistan-Post ê Hasan Bîldîrîcî bûn. Bi mînakan li ser nivîs û pirtûkên Bîldîrîcî rexneyên xwe anîbûn ziman û behsa rew?enbiriya rastîn kiribû.

Hasan Bîldîrîcî ji ber ku nekarî bi navê xwe bersivê bide Be?îkçî serî li rêyek din da û bi navekî sexte (Mîro Havîn) li ser malperê nivîsek we?and. Xwediyê navê malperê serokê DEPê yê bêrê Ya?ar Kaya hat hewara Îsmaîl Be?îkçiyê ku demek dirêje li ser malpera Kurdistan-Postê gotaran dinivîse.

Li ser vê helwesta Bîldîrîcî damezirînerê malperê rew?enbirê Kurd Ya?ar Kaya, dest danî ser meselê û bi nivîsek tund Mîro Havîn ango Hasan Bîldîrîcî ?ermezar kir û pi?tgirî da Be?îkçî. Kaya, her çiqas bi nivîsek tund derî nî?anî Bîldîrîcî dabe jî, pa?ê spasnameyek di malperê de we?and û ji bo keda edîtoriyê ji Hasan Bîldîrîcî re spasiya xwe kir.

Pi?tî van nîqa?an malpera Kurdistan-Postê bê edîtor ma û ev çendeke nayê rojanekirin. Em hêvîdarin wê ev genge?î zêde dom neke û malper we?ana xwe bi rêkûpêk berdewam bike.

Ji bo nivîsên bûne sedema van nîqa?an hûn dikarin girêdanên jêr bitikînin…

?smail Be?ikçi – Ayd?nlar
http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-viewarticle-artid-2454.html

Miro Havin – ?smail Be?ikçi ve Kürt Okuru
http://www.kaypakkaya-partizan.org/ismail-besikci-ve-kurt-okuru/

Hasan Bildirici – Son Yaz?m
http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-viewarticle-artid-2474.html

Ya?ar Kaya – Be?ikçi
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=2472

About The Author