Law ma ev jî nav e babam!

 Li ser bextê Wezîrê Sanayî û Bazirganîya Tirkiyê Nîhat Ergun be, dibêjin xwedêgiravî Enstîtuya Patenta Tirk çend navên Kurdî wek marqe qebûl kiriye û lotikek avêtiye. Dibêjin di nav wan marqeyan de „Tevnepîr Mirov“ „Keçka Kurda“ „Keçka ?îrîn“ „Kurd Star“ „Ma?în“ „Cengawer“ „Ciwanê ?ervan“ „Roj“ „Rojîn“ û çend navên din jî hene.

De xwedê xêra Enstîtuya Patenta Tirk qebûl bike rebbî.

Heta vir her ti?t temam. Lê ti?tê bala min ki?and navê „Tevnepîr Mirov“ bû.

Yaw gelo gotinek wilo di zimanê Kurdî de heye ji bo xwedê!?

Yan we bigota „Tevnemêr“ „Tevnejin“ ne rasttir û xwe?tir bû?

Ê babam, we ev nav ji flîman, ji „Spîder Man“ girtiye. Ê li gora ku „Spîder Man“ zilam e, naxwe ev „Tevnepîr Mirov“ çi quzilqurt e û ji ku derketiye?

Werhasilî kelam, zimanê Kurdî jî wek her ti?tî bêxwedî û bê sermiyan e. Hema çi hat bîra kê, çi hat ber devê kê, kê çi pelûl bi serê vî zimanê ?îrîn de dakir jê re dimîne kaka.

Xwedê ahê vî zimanê ?îrîn ji kesî re nehêle rebbî..

Amîn!

About The Author