Çûn seferê hatin kerên berê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 9

Mû bi zimanê me ve hat hingî em behsa van rêveberên Tirkiyê dikin. Me evqas lotik û mîrkut li nav serê kê xistibûna, niha ji zû de biaqil bûbûn û bûbûn zilam. Lê kurmê ?îrî heta pîrî ye. Ha ji Tirkan re bêjeeeee û ha bêje, fêde nake.

AKP û generalên xwe li kampa Kizilcahamamê civiyan û dîsa wek her car dest bi lotik û zîtirkan kirin. Me digot qey wê di civîna kampa Kizilcahamamê de biryarên ba? bên stendin û sermezinên AKP dev ji lotikên bergîlkî berdin. Lê xuya bû  gotina „Qiza qereçî nabe xatûn“ tam li bejn û bala AKP tê. Dikin û nakin nikarin bibin xatûn û nikarin rastîyan qebûl bikin.

De binerin bê sermezinên AKP di civîna xwe de çi biryar girtine.

Li gora ku rojnamevanê Cûmhûrîyetê Erdem Gul dinivîse, Wezîrê Navxweyî Be?îr Atalay di derbarê dawîlêanîn û tunekirina teror û pirsa Kurdî de gotiye:

„Dezgeha Diyanetê (a dîn) li dijî terorê amadekarîya waazê dike. Herweha ji bo rakirina terorê emê li rojhilat (li Kurdistanê) dest bi zêdekirina qurs û dersên quranê bikin“ filan û fîstan.

Be?îr Atalay begefendî, herweha gotiye ku wan di civînê de behsa pirsa Kurd û gellek pirsên din jî kiriye, lê negotiye ka di derbarê pirsa Kurd de çi planên çareserîyê çêkirine. Lê çareyek jê ev e ku li Kurdistanê qursên quranê bên zêdetir kirin û di vê derbarê de dezgeha diyanetê têkeve dewrê, propaganda dîn û bratîya Kurd û Tirkên dolheram bike.

Siphan ellaaaaaaaa ji vê kerametê re!

Çareserîya pirsa Kurd û zêdekirina qursên quranê ha?

Kuro oxlim, ev 80 sal in we daye dû qûna bratîya îslamê û vekirina qursên quranê, ma we pirsgirêka Kurd çareser kir ewladim? Ev 80 sal in hûn bi mîrkutên îslamê li nav serê Kurdan dixin, we çi safî kir? Yan Kurd ew Kurdên berê ne ku hûn wan bixapînin?

Sayin Atalay û sermezinên AKP, dev ji van çîrok û lotikên beredayî berdin û werin ser rêya heqîyê, ser rêya îmanê. Rêya heqî û îmanê çi ye? Helbet qebûlkirina doza Kurd û zimanê Kurdî ye. Qebûlkirina hebûna milletê Kurd û mafên wî yên mirovî ye. Yan na bi çîrok û çîvanokan ne hûn karin Kurdan bixapînin û ne jî Kurd dev ji we berdidin cîgerim.

Na heger hûn van pê?niyazên min jî qebûl nakin, wî çaxî sînorekî bik?înin navbera Enqere û Amedê û yekser xwe ji Kurdan xelas kin û hûn sax…

Enqere

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

9 Comments Already

  1. Bismîllah ev zirkerên Tirk hîna behsa misilmantîyê dikin, law bi sed mishefî ne bi olî ne bi zorî hûn êdî nikarin me bi xapînin, werin wek mirovan heqê me bi pejrînin ne hûn bikevin bin guneh ne jî em.
    Min hêrs nekin ezê ji ola we vegerim ser ola kesanedîtî ha bes lo…

  2. Rêzdar Kurdewar hemî tê$tên xa$ik gotine, ne hevceye ku ez lê zide bikim.. Mala te ava.!

  3. Kuro kurdo!!! icar wek miri?ka gej nebe!!!
    Qurana ereba bi?ewitina!!!

    how to use youtube downloader

  4. wezir assani ez jitere dibéjim.
    ev axa em li ser dijin ne ya tirka tenéye , qur’an ji ne ya ereba tenéye
    ma te lotik xwariye tu ewgas géj buyi.
    dest jé berde bila herkes li ser ola xwe lotika xwe bavéje..

  5. delale goyi heval!!!
    bi rastî tu dîroka kurdan qet nizanî!!!!
    Keremke u bifikire!!! Tu xwe kiyî??? Kurdî? yan jî erebe kujerî??
    dest bi lekolîne dîroka bapîren kurda bike u wek mirîska gej pite pit neke!!!
    ez dibejim bimire Islama ereba!!!!! bimire Islama tirka!!! bimire islama farisa!!!
    bimire islama goyi heval!!!

  6. delale goyi heval!!!
    te xwe qurbana ereba kiriye!!! Piiii! yaoooo tu dijmini kurda i!!!

  7. Kurdoooo!!!! hi?yar be!!! Dev ji olen dijminan berdeeee!!!
    Kani namusa bapiren te!??
    heta kinge tu qurana ereba maçki???
    Quran ket nav Kurdistane we çaxe Kurdistan windabuuu!!!

  8. bi rasti pirrani kurden me bi deste nivi?ten ereban hatine korkirin!!!

  9. herrrr bijîîîî goyi heval
    de her bijîîî Islama goyi heva!!!!
    De bila li gori goyi heva, ereb bi nave qurana xwe kurdan serjebikin u me kurdan bikin ereb!!! de dile te rihet bu!!???

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: