Çûn seferê hatin kerên berê

Mû bi zimanê me ve hat hingî em behsa van rêveberên Tirkiyê dikin. Me evqas lotik û mîrkut li nav serê kê xistibûna, niha ji zû de biaqil bûbûn û bûbûn zilam. Lê kurmê ?îrî heta pîrî ye. Ha ji Tirkan re bêjeeeee û ha bêje, fêde nake.

AKP û generalên xwe li kampa Kizilcahamamê civiyan û dîsa wek her car dest bi lotik û zîtirkan kirin. Me digot qey wê di civîna kampa Kizilcahamamê de biryarên ba? bên stendin û sermezinên AKP dev ji lotikên bergîlkî berdin. Lê xuya bû  gotina „Qiza qereçî nabe xatûn“ tam li bejn û bala AKP tê. Dikin û nakin nikarin bibin xatûn û nikarin rastîyan qebûl bikin.

De binerin bê sermezinên AKP di civîna xwe de çi biryar girtine.

Li gora ku rojnamevanê Cûmhûrîyetê Erdem Gul dinivîse, Wezîrê Navxweyî Be?îr Atalay di derbarê dawîlêanîn û tunekirina teror û pirsa Kurdî de gotiye:

„Dezgeha Diyanetê (a dîn) li dijî terorê amadekarîya waazê dike. Herweha ji bo rakirina terorê emê li rojhilat (li Kurdistanê) dest bi zêdekirina qurs û dersên quranê bikin“ filan û fîstan.

Be?îr Atalay begefendî, herweha gotiye ku wan di civînê de behsa pirsa Kurd û gellek pirsên din jî kiriye, lê negotiye ka di derbarê pirsa Kurd de çi planên çareserîyê çêkirine. Lê çareyek jê ev e ku li Kurdistanê qursên quranê bên zêdetir kirin û di vê derbarê de dezgeha diyanetê têkeve dewrê, propaganda dîn û bratîya Kurd û Tirkên dolheram bike.

Siphan ellaaaaaaaa ji vê kerametê re!

Çareserîya pirsa Kurd û zêdekirina qursên quranê ha?

Kuro oxlim, ev 80 sal in we daye dû qûna bratîya îslamê û vekirina qursên quranê, ma we pirsgirêka Kurd çareser kir ewladim? Ev 80 sal in hûn bi mîrkutên îslamê li nav serê Kurdan dixin, we çi safî kir? Yan Kurd ew Kurdên berê ne ku hûn wan bixapînin?

Sayin Atalay û sermezinên AKP, dev ji van çîrok û lotikên beredayî berdin û werin ser rêya heqîyê, ser rêya îmanê. Rêya heqî û îmanê çi ye? Helbet qebûlkirina doza Kurd û zimanê Kurdî ye. Qebûlkirina hebûna milletê Kurd û mafên wî yên mirovî ye. Yan na bi çîrok û çîvanokan ne hûn karin Kurdan bixapînin û ne jî Kurd dev ji we berdidin cîgerim.

Na heger hûn van pê?niyazên min jî qebûl nakin, wî çaxî sînorekî bik?înin navbera Enqere û Amedê û yekser xwe ji Kurdan xelas kin û hûn sax…

Enqere

About The Author